Hewldanên ji bo mafê hêviyê û bersivên Tirkiyeyê

Parêzer, saziyên parêzeran û rêxistinên mafên mirovan ji bo ku li Tirkiyeyê mafê hêviyê pêk were, bi dehan caran serî li DMME û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan. Li Parlamentoya Tirkiyeyê pêşnûmayên qanûnî hatin dayîn. DMME û Komîteya Wezîran biryar girtin, lê Tirkiyeyê pêk ne anîn.

Hewldanên ji bo mafê hêviyê û bersivên Tirkiyeyê
Hewldanên ji bo mafê hêviyê û bersivên Tirkiyeyê
Hewldanên ji bo mafê hêviyê û bersivên Tirkiyeyê
Hewldanên ji bo mafê hêviyê û bersivên Tirkiyeyê
11 cotmeh, 2025   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Piştî banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan a ku 27’ê Sibata 2025’an kiribû, yek ji mijarên herî zêde hatiye rojevê jî, “mafê hêviyê” ye.  Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk mijar gelek caran anîne rojevê. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) jî biryar girtin û hişrayî da Tirkiyeyê. Lê dewletê ne bersiv da, ne jî gav avêt. Li gel peyamên Rêber Apo, ji aliyê dewletê ve cara yekem Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) a Tirkiyeyê Devlet Bahçelî behsa mafê hêviyê kir. Bahçelî got ku eger gav werin avêtin wê deriyê mafê hêviyê heta dawiyê vekirî be. Lê dîsa gavek nehatiye avêtin.

Bi minasebeta temamkirina pêvajoya ku 1’ê Cotmeha 2024’an hatiye destpêkirin û salvegera komploya navenetewî ya li dijî Rêber Apo, me mijara mafê hêviyê lêkolîn kir.

Mafê hêviyê çi ye, di qanûnên navnetewî û yên Tirkiyeyê de cihê wê çi ye, çawa tê pêkanîn, şertên pêkanînê çi ne, eger neyê pêkanîn mueyîdeya (danekirin) wê çi ye, li Tirkiye û Kurdistanê ji bo vî mafî serlêdan hatine kirin an na, ji bo Rêber Apo çi hatiye kirin û çi encam hatine girtin. Di lêkolîna xwe de em li bersiva van pirsan geriyan.  

MAFÊ HÊVIYÊ ÇI YE?

Mafê hêviyê, mafekî ku ji bo girtiyên ku cezayên muebetê li wan hatiye birîn tê nirxandin e. Li gorî vî mafî, girtiyekî/e di vê rewşê de, piştî ku 25 salan di girtîgehê de ma, dikare serî li dadgehê bide. Dadgeh jî rewşa wî/ê dinirxîne, li ser serbestberdanê an jî domandina girtîbûnê biryar dide. Ev maf rê vedike ku kesên girtî zanibin heta dawiya temenê xwe di girtîgehê de namînin, dema şert guncav bûn, dê werin berdan.

Ev maf 9’ê Tîrmeha 2013’an ji aliyê Daîreya Mezin a DMME’yê ve hatiye qebûlkirin. Cara yekem di dozek ji Brîtanyayê ku weke “Doza Vinter” tê zanîn de (9 Tîrmeh 2013) mafê hêviyê hat dayîn.

Piştî vê biryarê, welatên weke Belçîka, Polonya, Fînlandiya, Fransa, Efrîqaya Başûr, Brîtanya, Almanya, Îtalya, Ispanya, Portekîz, Norweç, Îsveç, Amerîka (li gorî eyaletan diguhere) û Tirkiye jî di nav de 32 welatan mafê hêviyê erê kir.

 KONSEYA EWROPAYÊ Û DMME JI WELATÊN ENDAM ÇI DAXWAZ DIKIN?

Li gorî biryara DMME’yê, dema ji welatekî ku ev biryar erê kiriye, girtiyek ji bo mafê hêviyê serlêdanê bike, divê rewşa wî/ê ji aliyê dadgehên wî welatî ve were nirxandin. Girtiyek ku cezayê muebetê jê re hatiye dayîn, dema 25 sal temam bûn, serî li dadgehên wî welatî dide û daxwaza pêkanîn mafê hêviyê dike. Lê dema ev maf nehat pêkanîn, girtî serî li DMME’yê dide. DMME jî rewşê dinirxîne û ji bo wî welatî pêşniyara pêkanînê dike. Dema ku pêşniyara DMME’yê nehat pêkanîn, wê demê girtî yan jî parêzerên wan dikarin serî li Konseya Ewropayê bidin.

EGER WELATÊN ENDAM ZAGONAN PÊK NEYÎNIN, DÊ ÇI BÊ KIRIN?

Mafê hêviyê di çarçoveya Madeya 3’yan a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê de, weke parçeyek ji pîvana “parastina ji êşkence û kiryarên dermirovî” tê nirxandin. Lewma welatên ku biryar erê kirine, neçarin pêk bînin. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ji bo pêkanîna biryarê welatan kontrol dike û pêvajoya şopandinê dide destpêkirin.

Encamên binpêkirinê; DMME dikare careke din binpêkirinên li welat lêkolîn bike û biryarên nû bigire, biryara tezmînata madî û manewî bigire.

Komîteya Wezîran dikare fermana guhertina sazûmankirina zagonan ji bo welatekê bike. Welatên ku biryaran pêk neyînin, di civînên Konseya Ewropayê de tên rexnekirin, ev yek jî, ji bo prestîja wî welatî rewşeke neyînî derdixîne holê. Di rewşa binpêkirinên cidî de, dibe ku ew welat li gorî Madeya 8’emîn a Zagona Konseya Ewropayê, ji aliyê Komîteya Wezîran ve ji Konseyê bê derxistin. Girtî û saziyên mafê mirovan dikarin li gorî Madeya 34’emîn a Hevpeymana Mafê Mirovan a Ewropayê serî li DMME’yê bidin û dozê li welat vekin, zextên siyasî û zagonî li ser welat çêbikin.

GELO DEMEKE DIYAR JI BO PÊKANÎNA BIRYARÊ HEYE?

Ji bo pêkanîna mafê hêviyê, ji welatan re demek nehatiye diyarkirin. DMME biryara dema pêkanînê ji welatan re dihêle. Lê Konseya Ewropayê ji bo pêkanînê, demekê pêşniyar dike û dixwaze ku ev dem dirêj nebe.

LI TIRKIYEYÊ RAKIRINA CEZAYÊ DARVEKIRINÊ Û MIJARA MAFÊ HÊVIYÊ?

3’yê Tebaxa 2002’yan li Tirkiyê rakirina cezayê darvekirinê kete rojevê. Di çarçoveya zagona bi hejmara 4771’an (Yasaya guhertina qanûnên di çarçoveya ahengiya bi Yekîtiya Ewropayê re de) de, Meclisa Tirkiyeyê 2004’an cezayê darvekirinê ji makezagonê derxist. Li gorî sererastkirina yasayî, cezayê darvekirinê yê ji Rêber Abdullah Ocalan hatibû dayîn jî hat rakirin û veguherandin cezayê giran ê muebetê. Lê di Qanûna Ceza ya Tirk de madeyek demkî ya bi hejmara 2 hat zêdekirin û hat gotin “kesên ku ji ber sûcên teröre, bi cezayê darvekirinê hatine cezakirin, lê cezaeyê wan veguherîne muebeta girankirî , ji mafê ‘serbestberdana bi şert’ sûd wernagirin.”

LI BAKURÊ KURDISTANÊ Û TIRKIYÊ ÇEND GIRTÎ DIKEVIN ÇARÇOVEYA MAFÊ HÊVIYÊ?

Piştî rakirina cezayê darvekirinê, ji bo pêkanîna mafê hêviyê, pêşnûmeyên guhertina yasayan pêşkêşî parlamentoyê hatin kirin. Her wiha hejmara girtiyên ku wê bikarin ji vî mafî sûd werbigirin hate diyarkirin.

DEM Partî di sala 2024’an de ji bo ku girtiyên cezayê muebetê piştî sala 25’an ji mafê hêviyê sûd werbigirin, pêşnûmeyek yasayê pêşkêşî parlamentoya Tirkiyeyê kir û xwest ku di qanûnan de hinek guhertin werin çêkirin da ku rêya serbestberdanê were vekirin.

Li gorî pêşnûmeyê di girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê de, 1453 girtiyên ku cezayên wan ji darvekirinê veguherandine cezayê giran ê muebetê hene. Di daneyên Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê ku sala 2024’an pêşkêşî CPT (Rêxistina Pêşîgirtina Êşkenceyê) kiribû, zêdetirî 4000 kesan cezayê muebeta girankirî girtine. Li gorî vê yekê 4000 kes dikarin ji mafê hêviyê sûd werbigirin.  

JI BO PÊKANÎNA MAFÊ HÊVIYÊ ÇI HATIYE KIRIN, ÇI BIRYAR HATINE GIRTIN?

Piştî guhertina yasayan Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parastina hiqûqî ya Rêber Apo girtiye ser xwe, 1’ê Tebaxa 2003’yan ji bo ji nû ve darizandinê serî li DMME’yê da. DMME’yê jî 18’ê Adara 2014’an biryar da ku Tirkiyeyê mafê parastinê binpê kiriye, lewma divê Rêber Abdullah Ocalan ji nû ve were darizandin.

Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna mafê hêviyê jî 6’ê Hezîrana 2016’an, 12’ê Cotmeha 2017’an, 2’yê Sibata 2018’an, 28’ê Çileya 2019’an, 9’ê Tebaxa 2022’yan û 26’ê Çileya 2023’yan serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan.

Girtiyê bi navê Emîn Gurban ê ku 1996’an li bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê hatibû girtin, 13’ê Hazîrana 2001’ê bi cezayê darvekirinê hatibû cezakirin. Lê piştî rakirina cezayê darvekirinê, cezayê wî veguherandin cezayê muebeta girankirî. Parêzerên Gurban jî 24’ê Kanûna 2003’yan ji bo ji nû ve darizandinê serî li DMME’yê da. Dadgehê di Kanûna 2015’an de biryar da ku mafê Gurban hatiye binpêkirin û divê ji nû ve were darizandin.

Girtiyê bi navê Ciwan Boltan jî 24’ê Nîsana 2012’yan li Amedê hat girtin û cezayê muebeta giran lê hat birîn. Boltan bi rêya parêzerên xwe 28’ê Tîrmeha 2016’an serî li DMME’yê da. Dadgehê ji bo vê dozê jî 12’ê Sibata 2019’an biryar binpêkirina maf û ji nû ve darizandinê da.

Hayatî Kaytan jî sala 2003’yan li Sûriyê ji aliyê rejîma Baas ve hat girtin û piştî 23 rojan di 15’ê Tebaxa 2003’yan radestî Tirkiyeyê hat kirin. Kaytan ku cezayê muebetê lê hatibû birîn, 30’ê Hezîrana 2005’an ji bo ji nû ve darizandinê serî li DMME’yê da. Di vê dozê de jî biryar hat girtin ku Tirkiyeyê mafê Kaytan binpê kiriye, lewma divê ji nû ve were darizandin.

Tevî biryarên DMME’yê jî, Tirkiyeyê gav ne avêt. Lewma parêzeran di dîrokên cuda de serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan. Komîteyê jî piştî 2014’an herçar doz di bin navê “Koma Gurban” de nirxandin û hişyarî dan Tirkiyeyê.

BIRYARA KONSEYA WEZÎRAN Û BERSIVÊN TIRKIYEYÊ

Di salên 2021, 2024, 2025’an de Komeleya Hiqûqnasên Jibo Azadiyê (ÖHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Civaka Sivîl a di Sîstema Pêkanîna Ceza de (CİSST), Baroyên Amed, Wan, Colemêrg, Riha û Şirnexê, Komeleya Demokrasî û Mafê Mirovan a Navnetewî (MAF-DAD), Projeya Destekdayîn Dozên Mafên Mirovan ên Tirkiyeyê (TLSP), Koma Hiqûqê ya Londan û Komeleya Parêzerên Mafên Mirovan a Cîhanê û Demokrasî ya Ewropayê (ELDH) ji bo ku li Tirkiyeyê mafê hêviyê bê pêkanîn, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dan.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê serlêdanên parêzer û saziyan nirxandin û sala 2015’an mijara “Mafê hêviyê” xist rojeva xwe.

Komîteya Wezîran piştî nirxandinan diyar kir ku divê Tirkiye ji bo pêkanîna mafê hêviyê, sererastkirinên zagonî çêbike. Komîteyê her wiha biryar girt ku vê pêvajoya sererastkirinê bişopîne. Komîteyê ji Tirkiyeyê xwest ku heta Îlona 2022’yan sererastkirinan çêbike û gavan bavêje. Lê Tirkiyeyê tiştek nekir.

Tirkiyeyê di bersiva xwe ya ji bo Komîteya Wezîran de ev tişt gotibûn: “Mimkin e ku kesên cezayê muebeda girankirî lê hatiye birîn bi şert werin berdan, lê hinek sûcên îstîsnaî nakevin çarçoveya vî mafî”

Li ser vê bersiva Tirkiyeyê, Komîteya Wezîran di navbera 17-19’ê Îlona 2024’an de biryara DMME’yê ya têkildarî mafê hêviyê (ji nû ve darizandinê) xiste rojeva xwe. Komîteyê ji Tirkiyeyê xwest ku heta Îlona 2025’an têkildarî doza Koma Gurban ku dosyaya Rêber Apo jî di nav de ye, gav bavêje. Lê Tirkiyeyê dîsa gav ne avêt û bersiv jî neda. Komîteya Wezîran di civîna xwe ya 15-17’ê Îlona 2025’an de mijar nirxand û heta Hezîrana 2026’an ji bo pêkanîna mafê hêviyê dem da Tirkiyeyê.

Komîteyê her wiha bal kişand ku Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Neteweyî ya li ser banga Rêber Apo li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, dikare têkildarî mijarê rol bilîze. Lê mijar hîn neketiye rojeva komîsyona parlamentoya Tirkiyeyê. 

(a)

ANHA