Çandina darên fêkiyan; hin cure zêde bûn hin jî kêm bûn

Li kantona Cizîrê qadeke girîng a çandiniyê jî çandina darên fêkiyan e. Tevî ku çandina hin cureyên fêkiyan zêde bûye jî, lê gelek cureyên din kêm bûne. Desteya Çandinî û Avdanê hewl dide piştgiriya vê qada çandiniyê bike.

Çandina darên fêkiyan; hin cure zêde bûn hin jî kêm bûn
Çandina darên fêkiyan; hin cure zêde bûn hin jî kêm bûn
Çandina darên fêkiyan; hin cure zêde bûn hin jî kêm bûn
Çandina darên fêkiyan; hin cure zêde bûn hin jî kêm bûn
Çandina darên fêkiyan; hin cure zêde bûn hin jî kêm bûn
Çandina darên fêkiyan; hin cure zêde bûn hin jî kêm bûn
11 cotmeh, 2025   04:50
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Li kêleka hin çandiniyên stratejîk ên mîna genim, ceh û pembû, qadeke girîng a çandiyê jî ya darên fêkiyan e. Rez û baxçeyên fêkiyan beşeke girîng a pêdiviya herêmê peyda dikin, her wiha dibin alîkar ji bo hevsengiya jîngehê û kêmkirina çolbûnê.

HIN CURE ZÊDE BÛN HIN JÎ KÊM BÛN

Di salên dawî de çandina gelek cureyên fêkiyan bi pêşketiye wek, zeytûn, fistiq, fêkiyên tirş û mango. Lê di heman demê de çandina hejîr, mişmiş û hinaran ji ber hişkesaliyê û germahiyên zêde kêm bûye.

Cotkarê bi navê Dara Yûsif ê ji gundê Til Şeîrê yê Tirbespiyê, diyar kir ku wî zeytûn, hinar, şeftalî û sêv  çandine. Yûsiv got tevî şert û mercên hewayê jî lê çandiniya wî serkeftî ye û destnîşan kir ku çandina fêkiyan dibe jêdereke dahatê û buhayên fêkiyan li bazaran kêm dike.

Yûsif da zanîn ku germahiya van salên dawîn rasterast bandorekr neyînî li hin fêkiyên nazik kiriye, wek hêjîr, mişmiş û hinaran, lê fêkiyên mîna zeytûn û fistiqan xwe li hember şert û mercên avhewayê ragirtiye.

ZEHMETÎ Û PIRSGIRÊK

Çotkarên ku bi çandina fêkiyan re mijûl dibin rastî gelek pirsgirêkan tên, bi taybet kêmbûna sotemeniya ji bo avdana baxçeyan, zêdebûna lêçûna avdana bi dilopan, û nexweşiyên daran ên ji ber guherîna avhewayê.

Yûsif destnîşan kir ku piştgiriya ku ji hêla Komîteya Çandiniyê ve tê peyda kirin, têrê nake, û xwest ku ev piştgirî zêde bibe û aliyên pêwendîdar bexçeyan bi awayekî rêkûpêk bişopînin.

Yûsif her wiha diyar berê biyarek hebû ku her cotkarek herî kêm li ser yek doim erd darên fêkiyan biçîne û xwest ku ev biryar were pêkanîn. Ji ber ev yek  dê bibe alîkar ku qada çandiniya fêkiyan berfireh bibe.

PLANÊN PIŞTGIRIYA ÇANDINA DARÊN FÊKIYAN

Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Cizîrê diyar kir ku wan îsal hin caran sotemenî daye cotkarên darên fêkiyan ên li cizîrê, û da zanîn ku lanên wan ên ji bo piştgiriya vê sektora girîng hene.

Desteyê diyar kir ku ev cure çandinî ne tenê xwedî girîngiya aborî ye, lê di heman demê de dibe alîkar bo parastina jîngehê. Lewma divê projeyên domdar ên wekî avakirina kargehên hişkkirina fêkiyan û şitilgehên nû ji bo peydakirina cureyên ku xwe li hember avhewaya herêmê bigirin werin avakirin.

Tevî zehmetiyan jî, cotkar bi hêvî ne ku siberoja çandina darên fêkiyan baştir be. Her wiha dawaza zêdekirina piştgiryê kirin. Cotkaran xwest kargehên hişkkirina fêkiyan werin avakirin û aliyên têkildar guh bidin vê qada çandiniyê.

(k)

ANHA