ˋŞam bi navendîbûnê nikare Sûriyeyek nûjen ava nabeˊ

Serokê Tevgera Reformîst a Sûriyeyê Şukrî Şêxanî, diyar kir ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê  eger li ser sîstema navendî israr bike dê nikaribe Sûriyeyeke nûjen ava bike.

ˋŞam bi navendîbûnê nikare Sûriyeyek nûjen ava nabeˊ
11 cotmeh, 2025   06:05
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Serokê Tevgera Reformîst a Suriyeyê Şukrî Şêxanî der barê israra  Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ya di pergala navendîbûnê de ji ANHA'yê re axivî.

Şukrî Şêxanî, diyar kir ku ji ber ku gelek kesan mijara nenavendûn û pirrngiyê fêm nekirine, jê ditirsin û got li gel ku ev pergala ilmaniya dewletê û nebiryardayîna navendiyê bi cih tîne û barê welatiyan sivik dike, lê dîsa jî ji vê pergalê ditirsin.

Şêxanî destnîşan kir ku nenavendîbûn rêbazek siyasî ye ku li piraniya welatên cîhanê tê pêkanîn û nahêle ku biryardan bi tenê di destên desthilatdariya serdest de bimîne.

Têkildarî hemahengiya nenavendîbûnê bi xwestekên pêkhateyên Sûriyeyê re Şêxanî diyar kir ku pergala nenavendî ya di dewletê de li gorî mejiyên vekirî û pêşketî yên ku dixwazin dewletek rast ava bikin e.

Şêxanî destnîşan kir ku jinûve avakirina dewletê bi pergalek navendî dê welêt vegerîne serdema desthilatdariyê, bi yek partî û yek pergal. Şêxanî got girîng e partiyên siyasî roleke pêşeng bilîzin, têgeha nenavendîbûnê ji Sûriyeyiyan re şîrove bikin û hestên wan ên neteweyî hişyar bikin.

Şêxanî diyar kir ku Peymana 10`ê Adarê di dan û standinên navbera Rêveberiya Xweser- Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de kevirê bingehîn e.

Şêxanî da zanîn xemsariya hikûmeta veguhêz a der barê beşdariya welatiyên Sûriyeyê di rêveberiyê de rexne kir. Her wiha diyar kir ku ew demek dirêj e dixwzin nenavendîbûnê li Sûriye pêk bînin.

Şêxanî destnîşan kir ku ew dibînin ku nenavendî çareya herî guncaw ji bo siberoja Sûriyeyê ye û pergala navendî ya ku mafê biryarê ji parêzgeh û bajarên Sûriyeyê distîne red dikin.

Serokê Tevgera Reformîst a Sûriyeyê Şukrî Şêxanî di dawiyê de diyar kir ku hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê eger li ser sîstema navendî israr bike dê nikaribe Sûriyeyeke nûjen ava bike û got: "Ji bo pergala nenavendîbûnê, tê xwestin ku em ji bo siberojê hişyartir bin. Em borî ji bîr nekin û li siberojê binêrin."

 (k)

ANHA