Rojnameyên erebî: DYA hewl dide piştgiriya Meclisa Ewlehiyê ji bo plana Biden bi dest bixe

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de, têkildarî hewldanên DYA’yê yên bidestxistina piştgiriya Meclisa Ewlehiyê ji bo plana Joe Biden a têkildarî "nexşerêya" rawestandina şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, peyamên dîplomatîk ên ji Lubnanê re û gefên muhtemel ên Îsraîlê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: DYA hewl dide piştgiriya Meclisa Ewlehiyê ji bo plana Biden bi dest bixe
4 hezîran, 2024   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî nexşerêya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nûçeyek bi sernavê "DYA hewl dide piştgiriya Meclisa Ewlehiyê ji bo plana Biden a têkildarî şerê Hemas û Îsraîlê bi dest bixe" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku DYA ji Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dixwaze "piştgiriya pêşniyara bidawîkirina şerê li Xezayê bi rêya lihevkirina agirbest û serbestberdana dîlgirtiyan" a serokê DYA’yê Joe Biden, bike.

Rojnameyê cih da nirxandina balyoza DYA’yê ya li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfield ku ji Reutresê wergirtiye. Greenfield dibêje "Gelek lîder û hikumet, tevî yên li herêmê piştgiriya vê plane kir û em, ji Meclisa Ewlehiyê dixwazin tev li nêrîna wan bibe û bêyî derengxistin û bê şert ev plan pêk were."

Ronameyê bi bîr xist ku di planê de bang li Hemasê tê kirin ku tevahî bendên lihevkirinê bê şert qebûl bike.

Li gorî rojnameyê serokên dewletên G7’an duh bi daxuyaniyekê ragihand ku ew piştgiriya planê dikin û dê destekê bidin agirbestê û lihevkirina serbestberdana dîlgirtiyan li Xezayê ku Biden pêşniyar kiriye. Her wiha bang li Hemasê kirin ku wê qebûl bike.

‘TÊKILDARÎ GEFÊN ÎSRAÎLÊ YÊN MUHTEMEL PEYAMÊN DÎPLOMATÎK JI LUBNANÊ RE’

Rojnameya El Exbar El Lubnaniye, di nûçeya xwe de cih da peyamên dîplomatîk ên têkildarî gefên muhtemel ên Îsraîlê yên li hember Lubnanê.

Rojnameyê agahiyên xwe ji çavkaniyên payebilind wergirtin û wiha nivisî: "Piraniya şandeyên navneteweyî, metirsiyên xwe ji cidîbûna gefên Îsraîlê ragihandin. Peyama herî girîng a Brîtanyayê bû ku dema derbeya Îsraîlê di navîna Hezîranê de aşkera kir. Her wiha hin şîret di peyama xwe de parve kirin ku divê amadekariyên şer bê kirin, ji ber ku ne diyar e çi qas dewam bike û çi qas berfireh bibe."

Rojnameyê axaftina wezîrê berê Welîd Canpolat parve kir ku dibêje di serdana xwe ya dawîn a li Dohayê de, Qeterê metirsiyên xwe ji niyetên Îsraîlê yên li hember Lubnanê rave kirine û rayedarên qeterî di wê qeneatê de ne ku Îsraîl "şerê li Xezayê ranawestîne".

Rojnameyê bi bîr xist ku beriya ku serokê DYA’yê Joe Biden pêşniyara Îsraîlê ya rawestina şerê li Xezayê ragihîne û lihevkirina pevguhertina dîlgirtiyan, şêwirmendê kar û barên ewlehiya enerjiyê û yê bi şopandina kar û barên Lubnanê hatiye erkdarkirin Amos Hochstein, bi rêya telefonê bi serokê parlamentoya Lubnanê Nebîh Birî re axiviye û gotiye welatê wî "israr dike" dan û standinên têkildarî dîtina çareseriyekê ji eniyê başûr re, bidomin û hewl dide agirbestê li Xezayê bi dest bixe. Dema ev yek pêk hat jî dê li ser xalên nakok dest bi diyalogê bikin.

(şx)