Hewldana ketina li gundekî Babê hat têkbirin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê hewldana ketina çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundê Ceblet El Hemra yê gundewarê rojhilatê bajarê Babê, têk bir.

Hewldana ketina li gundekî Babê hat têkbirin
28 mijdar, 2024   17:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker saet di 12 nîvro de hewl da ji gundê Kirêdiyê bikevin gundê Ceblet El Hemra.

Navendê anî ziman ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê tevgerên çeteyan şopandin, bi wan re ketine pevçûnê, hewldana ketina wan têk bir, di encamê de gelek çete birîndar bûn û revîn.

(fr)