Di şerê hêzên Şamê û çeteyan de 153 kes hatine kuştin

Di pevçûnên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" li gundewarê Heleb û Idlibê de, 153 kes hatine kuştin.

Di şerê hêzên Şamê û çeteyan de 153 kes hatine kuştin
28 mijdar, 2024   16:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku ji berbanga duh ve şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" de dewam dike, heta niha 99 çete û 54 leşkerên Şamê, bi giştî 153 kes ji her du aliyan hatine kuştin. 

SOHR'ê diyar kir ku çeteyan 8 leşkerên Şamê li gundê Acil û derdora wê û 2 leşkerên din li rojavayê Helebê dîl girtine.

Li gorî SOHRˋê, çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" ragihandibû ku wan gundê Şabûr li nêzî bajarê Seraqib ê rojhilatê Idlibê, gundên Dadîx û Keferbetîx ên rojhilatê Idlibê û gundên Keferbisên û Ernaz ên rojavayê Helebê kontrol kiribûn.

(mh/fr)