Hemleya "Na ji darvekirinê re" 7 roj din hat dirêjkirin

YRJ'ê dema hemleya "Na ji darvekirinê re" ya komkirina îmzeyan li dijî biryarên darvekirinê yên li ser çalakgerên jin ên di girtîgehên dewleta Îranê de, ji bo 7 rojên din dirêj kir.

Hemleya "Na ji darvekirinê re" 7 roj din hat dirêjkirin
18 tebax 2024   18:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) ragihand ku wê dema hemleya "Na ji darvekirinê re" ji bo 7 rojên din dirêj kir. Hemle di 12'ê Tebaxê de li hemberî biryarên darvekirinê yên li dijî çalakgerên jin ên di girtîgehên dewleta Îranê de da destpêkirin.

YRJ'ê ji ajansa me re diyar kir ku wan dema hemleyê ji bo 7 rojên din dirêj kir. çaverê bû ku hemle di 19' Tebaxê de bi dawî bibe lê piştî dirêjkirinê dê di 26'ê Tebaxê de bi dawî bibe.

Li gorî daxwazên YRJˊê di 72 saetên borî de ji rêxistinên jinan ên cuda li Sûriye, Kurdistan û cîhanê wergirtine hemle hat dirêjkirin. Da ku rêxistin mijarên tevlêbûna hemleyê baş bi rê ve bibin.

YRJ'ê diyar kir ku ji dema hemle hatiye ragihandin ve, gelek rêxistinên jinan ên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgirî û tevlêbûna xwe nîşan da. Ji wan rêxistinên tev li hemleyê bûne; YRJˊê, Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya, meclis û komîteyên jinan ên Rêxistinên Civaka Sivîl û rojnamegerên jin.

YRJ'ê ji ajansa me re destnîşan kir ku gelek alî û rojnamevanên Kurdistanê, Afrîka û Asyayê tev li hemleyê bûn.

Berdevka YRJ'ê Arîn Siwêd ji ajansa me re diyar kir ku vîneke xurt û tevlêbûneke aktîv heye. Gelek pêşniyar ji hin rojnamevanên jin ve hatin kirin ku bi awayekî mezin balê bikişînin ser berxwedan û têkoşîna jinan, sekna li hember êrişan, piştgiriya têgeha serhildana ˊJin, Jiyan, Azadîˊ. da ku ev bibe bersiva êrişên li dijî jinan nexasim jinên Rojhilata Navîn û Îranê.

Arîn Siwêd da zanîn ku heta niha 3 hezar îmze bi awayekî elektronîk hatine komkirin û çaverê ye ku di civîneke çapemeniyê ya dawiya hemleyê de hejmara beşdaran dê were zelalkirin û pirsên rojnamevanan werin bersivandin.

Dê YRJ lîsteya îmzeyan ji Yekitiya Rojnamevanan a Navneteweyî û rêxistina Humen Rights Watch re bişîne.

Kesê ku bixwaze tev li hemleyê bibe dikare bi rêya vê lînkê beşdar be:

[email protected]

(mh)

ANHA