Hevserokên PYD’ê ‘Tifaqa Hêzên Siyasî ya Kurdistanê’ pîroz kir

Hevserokên PYD’ê têkildarî tifaqa 5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê da û diyar kir “Em hêvîdar in di demeke nêzîk de hemû hêzên siyasî yên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kongreya neteweyî ya Kurdistanê li dar bixin.”

Hevserokên PYD’ê ‘Tifaqa Hêzên Siyasî ya Kurdistanê’ pîroz kir
23 sibat, 2026   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bi peyameke nivîskî ‘Tifaqa Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê’ pîroz kir. Tifaqa Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê, duh ji aliyê Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îran, Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Sazmanî Xebata Kurdistanê-Îran, Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê ve hatibû ragihandin.

Di peyama hevserokên PYD’ê de hate gotin: “Em Partiya Yekitiya Demokratîk piştgiriya xwe ya tam ji bo vê gavê diyar dikin û hêvîdar in ku ev hevpeyman bibe bingeha qonaxeke nû û berfirehtir a karê hevbeş. Her wiha, em wê wek gaveke pratîk dinirxînin, ber bi xurtkirina yekitî û helwesta yekgirtî ya Kurdan ve; bi awayekî ku xizmeta berjewendî û mafên gelê me li Rojhilatê Kurdistanê bike û têkoşîna dehan salan a wan biparêze û bi pêş bixe.”

Di dawiya peyamê dehate gotin: “Em hêvîdar in ku di demeke nêzîk de hemû hêzên siyasî yên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kongreya neteweyî ya Kurdistanê ya berfireh li dar bixin û bingeha hevpeymaneke giştî û neteweyî ava bikin. Ji bo pêşîgirtina hemû pîlan û êrişên ku dixwazin careke din gelê me bixin nav qirkirinê û hemû destkeftiyên ku li seranserê Kurdistanê hatine bidestxistin, biparêzin û xurt bikin.

Em di van hewldanên we yên neteweyî de ji we re serkeftinê dixwazin û vê gavê wek destpêka serdemeke nû ya hevgirtin, yekitî û berpirsyariya dîrokî dinirxînin.”