Hêzeke Îsraîlê ket nav gundewarê başûrê Quneytrayê

Hêzeke Îsraîlê kete derdora gundê Sayda El Colan ê Quneytrayê, li asmanê herêmê jî belafirên keşfê geriyan.

Hêzeke Îsraîlê ket nav gundewarê başûrê Quneytrayê
23 sibat, 2026   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzeke artêşa Îsraîlê ji çend wesayîtên leşkerî pêk dihat, îro ket nav derdora gundê Sayda El Colan ê başûrê Quneytrayê. 

Dewriye nêzîkî dîwarê sînor bû, di heman demê de balafirên keşfê yên Îsraîlê li ser herêmê difiriyan.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku di dema ketina herêmê du serdegirtinên an girtina sivîlan pêk nehatiye.

(k)