Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilat: Îran êrişî qadên sivîl dike

evpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyekî bang li Netewên Yekbûyî (NY) kir ku Îran kampên penaberan û navendên partiyên siyasî yên Rojhilat bêyî rawestandin kirine hedef.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilat: Îran êrişî qadên sivîl dike
20 adar, 2026   19:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, di derbarê êrişên Îranê yên li ser Rojhilat û Herêma Federe ya Kurdistanê de bi daxuyaniyekî bang Netewên Yekbûyî (NY) kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava 21 rojan de balafirên şer ên rejîma Îranê êrişî qadên sivîl kirine û hat destnîşankirin ku van êrişan serweriya netewî ya Iraqê û pîvanên navneteweyî bi dehan caran bi awayekî eşkere binpê kirine û di daxuyaniyê de hate gotin: “Ev rejîm, bi êrişên moşek û balafirên bêmirov ên hov û dubare, kampên penaberan û navendên partiyên siyasî yên Rojhilat bêyî rawestandin kirine hedef.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kampên penaberan û partiyên siyasî tên hedefgirtin û bang li Sekreterê Giştî yê NYê û Konseya Ewlekariyê, hikûmeta DYA’yê û welatên hevalbend, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û saziyên mafên mirovan yên navnetewî hat kirin.

Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: “Di 21 rojên dawî de, rejîma Îranê wekî berdewamiya sûcên xwe yên sîstematîk, serweriya neteweyî ya Iraqê û pîvanên navneteweyî bi dehan caran binpê kiriye. Ev rejîm, bi êrişên moşek û balafirên bêmirov ên hov û dubare, kampên penaberan û navendên partiyên siyasî yên Rojhilat bêyî rawestandin kirine hedef. Ev êrişên sîstematîk tevî ku partiyên siyasî yên Kurd bi salane xebatên xwe li ser têkoşîna siyasî dikin û tu gefekî leşkerî ji bo herêmê pêk neanîne, diqewimin. Ji ber vê yekê, ev êrişên berdewam tenê hincetekin ji bo domandina çerxa tundî, zext û tirsê. Em bang li civaka navneteweyî, bi taybetî li DYA û hevalbendên wê yên navneteweyî dikin; bi bikaranîna hemû rêbazên zextê, zextên dîplomatîk û siyasî li ser rejîma Îranê zêde bikin, rawestandina demildest a êrişan mîsoger bikin û ewlehiya penaberan dabîn bikin. Ji bo parastina malbat û sivîlan li dijî êrişên balafirên bêmirov, divê pergalên parastinê werin bicihkirin û qadên niştecihbûna penaberan bi pergalên parastina asmanî werin parastin. Ji bo lêkolînkirina van sûcan û tespîtkirina zirarên li penaberan bûne, divê komîteyekî serbixwe ya lêkolîna heqîqetê were şandin. Li gorî hiqûqa navnetewî, dewleta Iraqê ji ewlehiya penaber û aktîvîstên siyasî yên Kurd ên li ser axa xwe berpirsiyare. Divê hikûmeta Iraqê tenê bi daxuyaniyên sembolîk nemîne, ewlehiya jiyana van kesan dabîn bike, li dijî binpêkirinên serweriyê yên Îranê bi biryardarî bisekine û mijarê di astên herî bilind yên navnetewî de bişopîne. Niha dema tevgerê ye. Bêdengiya li hemberî van sûcan, tê wateya razîbûna ji bo berdewamiya terora dewletê.”