Hêvî Silêman bi merasîmekê li ser gora xwe hat bîranîn

Kongra Star endama Koordînasyona Kongra Star, şehîd Hêvî Silêman bi bîr anî û diyar kir ku ew ê ji bo azadiya jinan û avakirina Sûriyeya demokratîk rêya wê dewam bike.

Hêvî Silêman bi merasîmekê li ser gora xwe hat bîranîn
Hêvî Silêman bi merasîmekê li ser gora xwe hat bîranîn
Hêvî Silêman bi merasîmekê li ser gora xwe hat bîranîn
Hêvî Silêman bi merasîmekê li ser gora xwe hat bîranîn
Hêvî Silêman bi merasîmekê li ser gora xwe hat bîranîn
28 cotmeh, 2026   19:08
QAMIŞLO

Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan ên Qamişloyê ji bo bibîranîna endama Koordînasyona Kongra Star şehîd Hêvî Silêman di salvegera şehadeta wê ya yekemîn de, li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a bajêr merasîmek li dar xist.

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre rêwîtiya Hêvî Silêman, rola wan a xerbata perwerdehî, birêxistinî û civakî bi bîr anî.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Cîhan Gulo axivî, têkoşîna Hêvî Silêman û malbata wê ya di şoreşa azadiyê de bi bîr anî û got ruxmî zehmetiyan çi di xebata wê ya mamostetiyê yan jî endamtiya Koordînasyona Kongra Star de wê xebata xwe dewam kir.

Cîhan got hêvî ji malbateke şehîd dane, xweşika wê ya şehîd gerîla bû.

Li aliyekî din jî kurê Hêvî Silêman, Ferhad Hisên spasiya hevrêyên dayika xwe yên tev li bibîranînê bûne kir û girêdana xwe bi rêya têkoşînê û rêwîtiya dayika xwe dubare kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star Cîhan Hisên hevrêya xwe Hêvî Silêman bi bîr anî û got ew ji bo hevrêyên xwe wek dayikekê bû û roleke girîng di xerbata ji bo zimanê Kurdî de di destpêka şoreşê de pêk anî.

Cîhan diyar kir ku şehîd Hêvî ji ber siyasetên rejîma Baasê rûbirûyî astengiyên mezin bûye, lê dev ji xerbata xwe berneda, hewl da ziman bi pêş bixe û rola jinan di pêşengtiya civakê de xurt bike.

Di dawiyê de girîngî ji bo berdewama rêwîtiya şehîd a têkoşînê, xebitîna ji bo azadiya jinan û avakirina Sûriyeya nû ya demokratîk hat dayîn.

KURTEJIYANA ŞEHÎD HÊVÎ SILÊMAN

Hêvî Silêman di 1963’yan de li navçeya Mabata ya girêdayî Efrînê ji dayik bûye, dayika 7 zarokan e. Ji destpêka salên 1990’î ve tev li xebata meydanî bûye, ji mamosteyên destpêkê yên ku zimanê Kurdî di salên 2010-2011’an de li Helebê daye. Beşdarî damezrandina Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bûye, ziman û çanda Kurdî di nava nifşên nû de belav kirine.

Hejmarek erk di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de wergirtin, Endama Meclisa Elewî ya Efrînê bû, roleke pêşeng di Kongra Star û birêxistinkirina jinan de lîst.

(f)

ANHA