Kongra Star a Dirbêsiyê xebatên 2 salan nirxandin

Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê di konferansa xwe de pêşdeçûnên siyasî û birêxistinî li Sûriyeyê, rewşa jinan, rêbazên pêşxistina xebatê, xurtkirina rola jinan û beşdariya wan di avakirina Sûriyeya nû de nîqaş kirin.

Kongra Star a Dirbêsiyê xebatên 2 salan nirxandin
Kongra Star a Dirbêsiyê xebatên 2 salan nirxandin
Kongra Star a Dirbêsiyê xebatên 2 salan nirxandin
Kongra Star a Dirbêsiyê xebatên 2 salan nirxandin
Kongra Star a Dirbêsiyê xebatên 2 salan nirxandin
28 cotmeh, 2026   17:49
HESEKÊ

Kongra Star a bajarê Dirbêsiyê, bi armanca nirxandina xebatên xwe yên 2 salan, nîqaşkirina pêşdeçûnên siyasî û birêxistinî, rewşa jinan li Sûriyeyê, planên pêşxistina xebata xwe û xurtkirina beşdariya jinan di qonaxa bê de konferans li dar xist.

Konferans li hola Navenda Çand û Hunerê bi beşdariya endamên navend û saziyan, nûnerên ji partiyên siyasî hat organîzekirin û çalakiyên li Dirbêsiyê û bajarokên wê hatin pêşkêşkirin.

Konferans bi xwendina raporên 2 salan hat destpêkirin. Endama Kongrayê Silava Simo rapor xwend. Di raporê de behsa guhertinên rêveberî li herêmê, çalakî û civînên di çarçoveya xebata birêxistinî û hişmendî hatine lidarxistin de hatin kirin.

Li gorî raporê, 531 civînên gel û tundiya li dijî jinan, 20 çalakî û daxuyaniyên têkildarî dozên qetilkirina jinan û tundiyê, berxwedana Bendava Tişrînê, daxwaza fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û parastina zimanê Kurdî, hatin lidarxistin. Her wiha 39 meş, 1462 serdanên malbat, komîn û nexweşan hatin pêkanîn, 141 semîner hatin dayîn û 300 hevdîtin hatin kirin û 26 perwerde hatin vekirin.

DER BARÊ REWŞA SIYASÎ Û MAFÊN JINAN DE

Rêvebera Kongra Star Fatme Keleş li ser rewşa siyasî ya li Sûriyeyê û bandorên wê li ser civak û jinan axivî û girîngî da berdewama têkoşîna jinan ji bo tesbîtkirina mafên wan û xurtkirina amadebûna wan di avakirina Sûriyeya nû de, li kêleka wê bal kişand ser parastina zimanê Kurdî û mafên çandî.

Beşdaran li ser dozên destûr, entegrasyonê, aştiya navxweyî, rêbazên pêşxistina têgihîştinê û jiyana hevbeş di nava pêkhateyên herêmê de nîqaş kirin.

Li aliyekî din jî endama Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebîr Hesen li ser girîngiya rola jinan di civakê de, pêwîstiya xurtkirina hevgirtinê di nava jinan û hevqebûlkirinê de, piştgiriya têkoşîn û beşdariya wan di warên cuda de axivî.

Di konferansê de sînevîzyon li ser xebatên Kongra Star hat pêşkêşkirin.

PLANSAZIYA PÊŞXISTINA XEBATA BIRÊXISTINÎ

Der barê vê mijarê de Fatme Keleş axivî û diyar kir ku konferansê cihekî girîng da nirxandina xefbatên jinan, nîqaşkirina rewşên siyasî û birêxistinî, her wiha nêrîn li ser dozên di qonaxa heyî de hatine pêşkêşkirin hatin dayîn.

Fatme diyar kir ku di nîqaşan de bal li ser zehmetiyên rûbirûyî xebatê, rêbazên derbaskirina wan, plansaziya bê ya ji bo pêşxistina xebata jinan hat kişandin.

Beşdaran jî girîngî da avakirina komînên jinan û xurtkirina rola wan ku bingeha xebata birêxistinî û civakî ye.

(f)

ANHA