Kongra Star a Qamişloyê konferansa xwe ya rêxistinî li dar xist

Kongra Star a Qamişloyê konferansa xwe ya birêxistinî, bi amadebûna girse ya endamên kongrayê, nûnerên ji rêxistin û saziyên jinan, nûnerên ji partiyên siyasî li dar xist.

28 cotmeh, 2026   19:12
QAMIŞLO

Vê sibehê li bajarê Qamişloyê li ser asta bajêr û gundewarê wê konferansa Kongra Star hat lidarxistin. Di konferansê de li ser girîngiya bihêzkirina birêxistinkirina jinan di parastina destkeftiyên wê de hat axaftin û rêveberiyek nû hat hilbijartin.

Ev gav ji bo nîqaşkirina rewşa rêxistinî ya Kongrayê, lêkolîna kêmasiyên ku di heyama borî de derketine holê û diyarkirina çareseriyên herî baş ji bo derbaskirina wan hate avêtin. Ev yek bi pêvajoya ku konferansê ew wekî pêvajoya ji nû ve avakirinê bi armanca xurtkirina rêxistinbûna jinan bi nav kir. Her wiha, konferansê bal kişand ser pêwîstiya rêxistinbûna jinan bi taybetî li ber çav-girtina guhertinên ku niha li herêmê diqewimin û girîngî da beşdariya jinan di hemû astan de û misogerkirina mafên wan di destûrê de.

Konferans li Navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Qamişloyê hat lidarxistin. Li ser navê Koordînasyona Kongra Star Gulistana Gulo tevahî şehîd bi bîr anîn û pesna fedakariyên wan da.

Gulistan got hîna di vê qonaxê de hêz hene ku jinan û vîna gelên herêmê hedef digirin.

Gulistan bal kişand ser rêveçûna xebata entegrasyonê û xeteriyên paşguhkirina rola jinan û dûrxistina wan ji biryardanê û got: “Divê em bi awayekî mezin hewl bidin ku mafên jinan di destûrê de tesbît bikin.”

Di dawiyê de Gulistan soza xwe ya berdewama xebat û têkoşînê heta pêkanîna armancên Kongra Star nû kir.

Dûre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser cewhera têkoşîna jinan û nirxandina rewşa jinan di aliyên civakî û siyasî de hatin xwendin.

Piştre rapora salê ya Kongra Star ji hêla mamoste Delal El Haşimî ve hat xwendin.         

Piştî xwendina raporê, endama Desteya Serokatiya PYD’ê Zozan El Elî axivî, bal kişand ser rola dîrokî ya jinan di şoreşê de lîstiye.

Zozan got: “Jina bihêz rûbirûyî xeteriya li ser wê û destkeftiyên wê disekine. Di qonaxa heyî de bi hemû şêweyan tundî li ser jinan tê kirin. Jinan têkoşer û bi hêz li gel zihniyeta baviksalariyê çavkaniya tirsê ye.”

Zozan anî ziman ku ew dev ji maf û daxwazên xwe bernadin heta armancên wan ên wekhevî, pêşxistina civakî pêk tên.

Konferans bi nîqaşên rêxistinî dewam kir. Beşdaran girîngî da ku erkên li ser wan û çawaniya xurtkirinê, her wiha plansaziyek ji bo qonaxa bê pêşkêş kir.

Konferans bi hilbijartina 5 berdevkên nû ji bo birêvebirina bajarê Qamişloyê, bi dawî bû.

(f)