Hevdîtinên li Riyadê yên di navbera Ukrayna û DYA’yê de bi dawî bûn

Wezîrê parastinê yê Ukraynayê ragihand ku hevdîtinên Ukrayna-Amerîkî yên li Riyadê yên ji bo bidawîkirina şerê bi Rûsyayê re "berhemdar û bi fêde" bûn.

Hevdîtinên li Riyadê yên di navbera Ukrayna û DYA’yê de bi dawî bûn
24 adar, 2025   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Rustam Umarov duh êvarê ragihand, hevdîtinên ku di navbera rayedarên Ukraynayê û Amerîkayê de li Riyadê ji bo bidawîkirina şerê bi Rûsyayê re hatin kirin, "berhemdar û bi fêde" bûn.

Umarov ev agahî li ser medyayên dîjîtal parve kirin "Me civîna xwe ya bi ekîba Amerîkî re bi dawî kir. Gotûbêj bi fêde û baldar bû. Enerjî di nav wan de, me xalên sereke nîqaş kirin."

 Umarov anî ziman ku Ukrayna dixebite ku armanca xwe ya "aştiyek dadperwer û domdar" bike rastî.

 Di vê çarçovê de, îro li Riyadê di navbera şandeyên Amerîkî û Rûsî de dan û standin tên kirin. Nûnerê taybet ê Amerîka Steve Witkoff ji tûra Fox News re got "Ez hest dikim ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn aşitiyê dixwaze.  Ez difikirim ku hûn ê pêşveçûnek berbiçav, bi taybetî der barê agirbesta li ser keştiyên di navbera her du welatan de li Deryaya Reş bibînin, hingê dê tişt bi xwezayî ber bi agirbestek berfireh ve biçin."

(bb)