Hevdîtinên li Erebistana Siûdî û kêşeyên Ewropayê rojeva rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî îro di manşetên xwe de cih da hevdîtinên li Erebistana Siûdî yên di navbera Amerîka û Rûsyayê de û kêşeyên li Ewropayê.

Hevdîtinên li Erebistana Siûdî û kêşeyên Ewropayê rojeva rojnameyên erebî ne
19 sibat, 2025   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Piraniya rojnameyên erebî yên îro, behsa civîna li Riyadê û plana Trump a der barê Xezayê de kir.

‘HER DU SERIYÊN CÎHANÊ LI RIYADÊ NE’

Rojnameya El Şerq El Ewset der barê Civîna Bilind a Riyadê de nivîsî ku ew mînakeke dîrokî ya bêhempa ye û wiha nivîsand: "Cara yekem civîna du serekên cîhanê li derveyî Ewropayê tê lidarxistin. Cara yekem li paytexta Ereban tê lidarxistin. Cara yekem li derveyî paytextên bêalî yên kevneşopî, wek Cenevre, Helsinki an Osloyê tê lidarxistin. Ev cara yekem e ku her du paytextên mezin di hembêza paytextek li derveyî çarçoveya naskirî ya rojavayî de ne.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Aşkera ye ku dostaniya kesane di siyaseta cîhanê de çi qas girîng e. Ji nişka ve encamên têkilî û hezkirina di navbera Muhammed Bîn Selman û her du seriyên siyaseta navneteweyî de diyar bûn. Ev civîna bilind a sosret dê deriyê serkeftineke nû ya navneteweyî veke, lê gelo li pişt wî derî dê çi hebe?”

‘EM Ê KENGÊ PROJEYEKE YEKBÛYÎ YA EREBÎ BIBÎNIN?’

Der barê pêşniyara Trump ji bo Xezayê de rojnameya El Ereb a Londonê wiha nivîsî: "Ev çend roj e behsa projeyeke nû ya Amerîkayê li Rojhilata Navîn tê kirin, ku tê de koçberkirina xelkê Gezayê ji welatê wan li gorî daxwaza serokê Amerîkayê Donald Trump. "

Rojnameyê ev jî lê zêde kir: "Divê Ereb li hev bikin ku komekê çêkin ku wan nêzî hev bike û gotina wan bike yek. Lê komeke ne wekî Komkara Erebî be ku bûye saziyeke vala.”

‘GELO EWROPA DIKARE XWE BISPÊRE XWE?’

Rojnameya El Mesrî El Yûm li ser kêşeyên li pêş Ewropayê wiha nivîsî: "Yekitiya Ewropayê li pêşberî du vebijêrkên stratîjîk e, ji aliyekî ve nikare xwe bispêre Amerîkayê û ji aliyê din ve jî heta niha ne amade ye xwe bispêre xwe.”

Rojnameyê her wiha nivîsî: "Li gorî leza guherînên jeopolîtîk, xuya ye ku Ewropa bi vebijêrkeke dîrokî re rû bi rû ye; an dê bi lez tev bigere û pergalek berevaniyê ya serbixwe ava bike, yan jî dê her dê dîlê guhertinên siyaseta Amerîkayê be.”

(k)