Nobeta li Bendava Tişrînê ket roja xwe ya 43’yan

Tevî serma û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, 43 roj e gel li Bendava Tişrînê nobetê digire.

Nobeta li Bendava Tişrînê ket roja xwe ya 43’yan
19 sibat, 2025   10:59
NAVENDA NÛEYAN

Çalakiya nobetê ya gel a li Bendava Tişrînê di roja xwe ya 43’yan de dewam dike. Tevî serma û êrişên, gel bi biryar e ku bendavê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê biparêze.

Duh karwanekî şêniyên Qamişlo, Tirbespiyê, Amûdê û Til Hemîsê ku gihaştibû bendavê, nobet dewr girt.

Ji 8’ê Kanûna 2024’an ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên bejahî û hewayî li dijî Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê pêk tînin. Şervanên YPJ û QSD’ê pêşî li dagirkirinê digirin.

Ji 8’ê Çileya îsal ve jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijbertiya xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nobedariya bendavê dewr digirin.

Nobedariya gel di roja xwe ya 43’yan de bi biryardarî dewam dike.

(bb)

ANHA