QSD’ê bîlançoya 24 saetan aşkera kir

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê, Pira Qereqozaqê û gundewarên Kobanê dewam kirin. Şervanên QSD’ê di çarçoveya mafê rewa de bersiva êrişan didin.

QSD’ê bîlançoya 24 saetan aşkera kir
19 sibat, 2025   10:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û çalakiyên bersivdayînê yên şervanan aşkera kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Şervanên me li dijî êrişên hovane yên domdar ên dewleta Tirk ên li ser gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, duh (sêşem) çalakî li hemberî baregeha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Girê Qereqozaqê kir. Di encama çalakiyê de birîndarên çete û dagirkeran çêbûn, lê hejmar nehat zanîn.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna, Xeseq û Girê Sêvê yên derdora Pira Qereqozaqê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de zirar gihaşt milkên şêniyan. Hemwextî bombebaranê, gundên Tîna, Cade, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaqê bi zêdetirî 60 guleyên obîsên giran, tank, roket û hawnan bêserûber hatin topbarankirin. Ji ber topbaranê zerarên madî yên mezin li mal û milkên sivîlan bûn.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tevahiya şevê derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikir. Balafireke bêmirov a biçek jî li bendavê da. Di encamê de zirarên madî gihaştin bendavê.

Duh saet 15.00’an balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bajarokê Şiyûx ê rojavayê Kobanê bombebaran kir. Saet di 06.45’an de gundê Ehmed Munîr ê nêzî bajarokê Şiyûx bombebaran kir, lê moşeka ji balafirê hat avêtin, li erdekî çandiniyê ket û tu zirar çênebûn. Di tevahiya rojê de tevgera balafirên bêmirov li ser herêmê hebû. Her wiha balafirên şer û yên bêmirov jî tevahiya rojê li ser bajarokê Eyn Îsa û gundewarêm wê digeriyan."

(bb)

ANHA