Hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi serokê YNK’ê re dawî bû

Hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi serokê YNK’ê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî re, dawî bû.

Hevdîtina şandeya Îmraliyê ya bi serokê YNK’ê re dawî bû
18 sibat, 2025   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê piştî ku di 28’ê Kanûna 2024 û 22’ê Çileya 2025’an de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî serdanên xwe didomîne.

Di bernameya şandeyê ya serdanan de, şande di saet 100:00’an de li Debaşan ya Silêmaniyê bi serokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê Bafil Celal Talebanî û cîgirê serokê hikumeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî re civiya.

Tê payîn şande îro bi Endama Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed re jî bicive.