Hevdîtinên DYA û Rûsyayê li Riyadê dest pê kir

Hevdîtinên DYA û Rûsyayê yên li ser şerê Ukraynayê li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê dest pê kir.

Hevdîtinên DYA û Rûsyayê li Riyadê dest pê kir
18 sibat, 2025   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevdîtinên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Rûsyayê li Qesra El Diriyê ya li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê dest pê kir.

Şandeya DYA’yê ji wezîrê karên derve Marco Rubio, şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî Mike Walz û nûnerê Rojhilata Navîn Steve Witkoff pêk tê. Şandeya Rûsyayê jî ji wezîrê karên derve Sergey Lavrov pêk tê, her wiha wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî mîr Feysel Bîn Ferhan jî  beşdarî civînê bûye.

Civîna ku dê rayedarên payebilind ên her du aliyan jî beşdar bibin, hefteya borî di pêwendiya telefonê ya serokê DYA’yê Donald Trump û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de biryara wê hatibû dayîn.

Pêwendiyên her du dewletan, ji ber helwestên wan ên nakok ên der barê şerê Ukraynayê de ku di Sibata 2022’yan de derketibû, aloz bûbûn.

(k)