Ew jî bi gopalê xwe ket ser riya Tişrînê

Hediya Derwêş a 70 salî, bi alîkariya gopal dimeşe, lê bi heyecana ciwanekê di nava karwanê berxwedanê de, ket ser riya Bendava Tişrînê.

Ew jî bi gopalê xwe ket ser riya Tişrînê
18 sibat, 2025   11:24
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Berxwedana gel a ku ji 8’ê Çileyê (2025) ve li ser Bendava Tişrînê didome, ket roja 42’yan. Çalakiya ku bi beşdariya hemû beşên civakê û netewan her 2 rojan carekê bi awayekî dorveger didome, îro ji aliyê koma Qamişlo, Tirbesiyê, Amûdê û Til Hemîs ve tê dewrgirtin. 

Koma ji hersê bajaran îro di saetên serê sibehê de ber bi Tişrînê ve derket rê. Ji bajarê Qamişlo jî komek ku di nav de dayik, hunermend, rewşenbîr jî hene bi rê ket.

Di nava karwanê ku coşa wê zêde bû de, dayikek ku bi gobal dimeşe, bala me kişand. Lewma me xwest hestên wê bigirin.

Dayika bi navê Hediya Derwêş ji taxa Hilêliyê ya Qamişlo ye. Li gorî gotina wê, ew 70 salî ye. Ji gotinên wê û ruyê wê heyecan û coşa wê xwe dide der. Nexasim ew dibêje ku di nava her çalakiyekê de cîh digire. Dixwaze hêvî û hesreta salan bidawî bibe.

Çend pirsgirêkên wê yên tenduristiyê jî hene, lê dibêje ku di vî temenê xwe de, li taxa xwe jî tevlî xebatên parastinê dibe.

Dema çalakiya Bendava Tişrînê destpê kiriye, wê jî xwestiye ku tevlî bibe. Lê ji ber tenduristiya xwe nekariye tevlî koma yekem bibe.

Li gorî gotina wê, niha tenduristiya wê baş e û wê nekariye li cihê xwe bisekine, lewma tevlî vê komê bûye. 

Dayika Hediya bi gotinên, “Bendav bendava me ye, îro dijmin çavê xwe berdaye bendavê. Bila di xewa şevan de bibîne heta em saxbin ew ê ya me be. Em ê ser bikevin” baweriya xwe tîne ziman û moral dide derdora xwe.

Herî zêde jî peyam û silavên Rêber Abdulla Ocalan bandor li ser dayika Hediya kiriye û dibêje; “Em dibêjin ji yek salî heta 100 salî em her li ser piyan bin û ji pey Serokê xwe venegerin.”

(a)

ANHA