‘Heta vegera li Efrînê em ê li ber xwe bidin’

Koçberên ji Efrînê yên li Til Rifetê birîndar bûne û keça şehîd Îbrahim Şêxo diyar kir ku dê heta vegera li Efrînê li ber xwe bidin.

‘Heta vegera li Efrînê em ê li ber xwe bidin’
‘Heta vegera li Efrînê em ê li ber xwe bidin’
‘Heta vegera li Efrînê em ê li ber xwe bidin’
‘Heta vegera li Efrînê em ê li ber xwe bidin’
‘Heta vegera li Efrînê em ê li ber xwe bidin’
‘Heta vegera li Efrînê em ê li ber xwe bidin’
‘Heta vegera li Efrînê em ê li ber xwe bidin’
4 mijdar 2024   05:10
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Dewleta Tirk a dagirker êrişên li ser kantona Efrîn û Şehbayê ranewestandine. Di 2`yê Kanûna 2019’an de dewleta Tirk a dagirker êrişî Til Rifet kiribû û di encamê de 8 zarok û 2 sivîl kesên din şehîd bûn û 12 kes jî birîndar bûn. 23ˈê Cotmeha îsal (2024) artêşa dagirker komkujiyek din li Til Rifetê pêk anî, di encamê de di nav de zarok 4 kes şehîd bûn û 10 jî birîndar bûn.

Têkildarî êrişên li ser Til Rifetê xizmên birîndaran ji ANHA’yê re axivîn.

Fîdan Şêxo, keça Îbrahim Şêxo ye ku di êrişa li ser Til Rifetê de şehîd ket. Dayîk û xwişka wê jî birîndar bûn. Diya wê niha li Helebê tedawî dibe û metirsî li ser jiyana wê heye.

Fîdanê got: "Ez nizanim ew şev xew bû yan jî rastî bû. Heya niha dengê diya min û xwişka min di guhê min de ye. Bang li min dikirin da ku ez wan xelas bikim. Lê min nekarî derî vekira. Cîran hatin û bi me ra bûn alîkar. Lê dema em çûn nexweşxaneyê, dema ez li diya xwe geriyam di nava wan birîndaran de, min zanî ku êşa efrîniyan di wê şevê de ne hêsan bû. Dema min dayika xwe dît, dayika min lingê wê yê çepê hatiye jêkirin. Pêçiyên destê wê yê çepê jî qut bûbûn. Di nexweşxaneyê de birîndar hebûn, her yek ji wan parçeyek ji canê xwe winda kiribû."

Fîdanê axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk çi ji zarokan dixwaze? Zarokên 5 salî şehîd bûn. Çima em? Gelo ji ber ku em Kurd in? Dewleta Tirk çi bike bila bike, em Kurd in."

Fîdanê di dawiya axaftina xwe de jî got: "Em tu carî ji xeta şehîdan venagerin. Em ê têkoşînê bikin, heya vegera li Efrînê. Bi van êrişan vîna me nayê şikandin.”

2 zarokên Asya Şêx Reşîd di êrişan de birîndar bûne. Dema topbaran çêbû, zarokên Asyayê li hewşê bûne.

Asyayê wiha got: "Çi dibe bila bibe em ê li Til Rifetê li ber xwe bidin, heya em vedigerin Efrînê."

Rifayî Reşîd jî ku di êrişan de birîndar bûye. Dema bavê wî jê re dibêje ev xwîn ji ku hatiye, pê dizane ku birîndar bûye. Radikin nexweşxaneya Avrîn û li wir tedawî dibe.

Rifayî diyar kir ku têkoşîna gelê Efrînê dê li Til Rifetê berdewam bike.

ANHA