Hevbendiya Nîştimanî: Divê helwesteke yekbûyî were nîşandan

Sekreterê Giştî yê Partiya Hevalbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed El Erec got, divê sûriyeyî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û xetereyên derve xwedî helwesteke yekbûyî bin.

Hevbendiya Nîştimanî: Divê helwesteke yekbûyî were nîşandan
4 mijdar 2024   04:10
HELEB
MIHEMED EBDO

Sekreterê Giştî yê Partiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed El Erec bal kişand ser êrişên dewlet a Tirk a dagirker ên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: "Ev ne cara yekemîn e ku Erdogan êriş axa Sûriyeyê dike. Ji destpêka aloziyê ve yan bi çeteyên xwe yan bi artêşa xwe êriş dike."

El Erec diyar kir ku dewleta Tirk her timî bi hicetên nerast êriş serdestiya Sûriyeyê dike û hewl dide qada dagirkeriya xwe fireh bike.

El Erec di dewama axaftina xwe de îşaret bi helwestên Rûsya û DYAˈyê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk û wiha domandin: "Rûsya û DYAˈyê berpirsên êrişan in. Eger lihevkirin û garantî çênebûbûna, Tirkiye ev êriş pêk nedianîn. Di rastiyê de ev êriş ji bo mirovahiyê rûreşî ye."

ˈDEWLETÊN ASTANA Û ŞAMÊ JÎ BERPIRSÊN VAN ÊRIŞAN INˈ

El Erec da zanîn ku hevalbendên Tirkiyeyê yên li Astanayê kom dibin jî berpirsên van êrişan û sûcên li dijî gelê Sûriyeyê ne û got para hikumeta Şamê ji vê berpirsyariyê heye.

El Erec bi bîr xist ku Şamê ku muxtibê siyasî li NY û qadên navneteweyî ye divê herî kêm di aliyê dîplomatîk de li dijî êrişa dewleta Tirk bixebite. El Erec da zanîn ku êrişên Îsraîlê jî bi aloziya di navbera Îsraîl, Îran û Hizbullah de ve girêdayî ye.

ˈSERDESTIYA SÛRIYEYÊ HATIYE BINPÊKIRINˈ

Der barê êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê de El Erec wiha anî ziman: "Gelê Sûriyeyê, fatûreya aloziya di navbera hêzan de dide ku hewl didin li ser hesabê gelê Sûriyeyê hesabên hev du tesfiye bikin."

Ehmed El Erec serdestiya Sûriyeyê bi "binpêkirî" wesifand û bang li hikumeta Şamê kir ku ji bo hevgirtina hêzên hundirîn û helwesta nîştimanî bilez kongreyeke sûriyeyî li dar bixe û got: "Ev berpirsyariya her kesî ye." 

ˈDIYALOG ÇARESERÎ YEˈ

El Erec ji bo hevgirtina helwestê û diyarkirina sînorên serdesteiya welêt banga lidarxistina kongreya "Xilasiya nîştimanî û diyaloga Sûriyeyê" kir.

El Erec bang li aliyên Sûriyeyê kir ku li masaya diyalogê rûnin û pêvajoyê bi rêve bibin. Bang li hikumeta Şamê kir ku ji bo derbaskirina xetereyên li Sûriyeyê gavan biavêje.

Sekreterê Giştî yê Partiya Hevalbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed El Erec di dawiyê de El Erec bang li sûriyeyiyan kir ku rê nedin ti kesî xalên wan ên zaîf bi kar bîne û ji bo ku Sûriye hêza xwe vegerîne û got: "Li hember xetereyên li dijî Sûriyeyê divê hevgirtin û helweteke nîştimanî ya yekbûyî derkeve pêş."

(şx)

ANHA