ˈDaxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan eˈ

Şênî û rûspiyên kantona Reqayê diyar kirin ku daxwaza wan azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û got, têkoşîna wan a ji bo pêkanîna vê daxwazê berdewam e.

ˈDaxwaza me azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan eˈ
4 mijdar, 2024   06:40
REQA
ENES MIHEMED-MIZGÎN ELÎ

Pergala qirkirin û îşkenceyê ku bi hinceta "cezayên disiplînê" li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, di 16ˈê Cotmehê de 3 mehên din hat dirêjkirin.

Şênî û rûspiyên kantona Reqayê diyar kir ku dê heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.

Şêniya bi navê Necme El Cemal got: "Rêbertî sembola azadî û welatî û jiyanê ye. Em û zarokên xwe fedaî welêt û Rêbertî ne."

Necme destnîşan kir ku nameya Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan hêz e û da zanîn ku dê heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.

Hevserokê Meclisên Gel ên Giştî yên kantona Reqayê Luey El Îsa diyar kir ku şêniyên Reqayê bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dijîn û bi saya ramanên wî, kantona Reqayê ji çeteyan hate rizgarkirin."

El Îsa wiha domand: "Mixabin, Rêber Abdullah Ocalan girtî ye. Dewleta Tirk pergala îşkence û qirkirinê li dijî wî dimeşîne  û serdanên parêzer û malbatê jî qedexe dike."

El Îsa destnîşan kir ku gelê herêmê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê dikoşe.

Şêxê êla El Elî ya Qebîleya El Welda Remadan El Rehal got: "Em şêx û rûsiyên eşîran  dixwazin pergala qirkirin û îşkenceyê bi dawî bibe. Em hevdîtinê tenê qebûl nakin. Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û vegera wî li nava gel û neteweya wî ya demokratîk e."

Rûspiyê êla El Cabat Talal El Sîbat got: "Haya cîhanê tevda ji pergala hovane ya dewleta Tirk heye. Tevahî dewletên cîhanê dizanin çi li girtîgeha Îmraliyê diqewime. Haya wan ji pergala îşkence û qirkirinê ya ku li dijî girtiyan û girtiyên siyasî tê meşandin, heye."

El Sîbat wiha pê de çû: "Civaka navneteweyî guh nade van sûcan. Ew dizanin çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn di destê Rêber Abdullah Ocalan de ye. Ji ber wê, hertim hewl didin wî ji cîhanê dûr bixin, da ew serwer bin û ji aloziyan sûdê bigirin."

El Sîbat di dawiyê de got, şênî û rûspiyên herêmê banga bidawîkirina tecrîdê û serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan dikin.

(şx/bb)

ANHA