Heta nefesa dawîn dilsozê dozê bû

Şehîd Elî Ebdullah di sala 1986′an de dest bi têkoşîna civakî û bîrdozî ya li ser xeta Apoyî kir û bi Şoreşa 19′ê Tîrmehê re ev têkoşîn xurtir kir û bû yek ji damezrînerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê. Şehîd Elî Ebdullah heta nefesa dawîn dilozê azadiya gelê xwe bû.

Heta nefesa dawîn dilsozê dozê bû
Heta nefesa dawîn dilsozê dozê bû
Heta nefesa dawîn dilsozê dozê bû
Heta nefesa dawîn dilsozê dozê bû
Heta nefesa dawîn dilsozê dozê bû
Heta nefesa dawîn dilsozê dozê bû
Heta nefesa dawîn dilsozê dozê bû
Heta nefesa dawîn dilsozê dozê bû
30 cotmeh, 2023   03:42
HELEB
MIHEMED EBDO

Elî Ebdullah di sala 1965′an de li gundê Edama yê girêdayî navçeya Raco ya kantona Efrînê hate dinê. Elî di 21 saliya xwe de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir û beşek ji tevgerê. Elî Ebdullah ê bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan bawer kir, ji salên 80′î yên sedsala borî de xebata cebhewî di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de da destpêkirin û bi Şoreşa 19′ê Tîrmehê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê damezirand.

RAMÊNÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN PRATÎK KIR

Elî Ebdullah di malbatê de ramanê Rêber Abdullah Ocalan a hevjiyana azad de pratîk kir. Berpirsyariyên der barê malbatê de bi hevjîna xwe Heyat Horo re dabeş kir û saziya malbatê ya ku ji dê, bavê, 7 keç, kurekî pêk tê, bi rêxistin kir

Elî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên pêwîstiya pêkanîna şoreşeke ekolojîk esas girt û ev perspektîf ji xwe û malbata xwe ve pêk anî. Di vê çarçoveyê de parkek biçûk li banê malê xwe ava kir û vê jî hişt xizmet û cîranên wî jî wê yekê bikin.

Hevjîna Elî Ebdullah Heyat Horo got, ruxmî tevahî astengiyan û rûxmî rewşa debarê ya giran û zextên rejîma Baasê yên li ser kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê jî, lê hevjînê wê demek ji bo dabînkirina pêdiviyên malbatê veqetandibû û demek din ji bo ximzeta tevgerê û belavkirina ramanên wê diyar kiribû. Her wiha anî ziman ku Elî bê westandin her du erk bi hev re bi cih dianî.

NAVÊN ŞEHÎDAN DAN ZAROKÊN XWE

Ya balkêş di çîroka Elî Ebdullah de ew e ku navên şehîdên Tevgera Rizgariya Kurdistanê; Raperîn, Nîştiman, Zîlan, Fîdan, Viyan, Rûken û Aljîn da 7 keçên xwe.

Li gorî Heyat Horo, Elî Ebdullah adetên paşverû yên ku rola jinan di civakê de sînordar dike û wan lawaz dibîne, red dikir, lê  hevgirtina malbata xwe parast, ev yek jî bû sedem ku zarokên wî tu carî bi derketina derveyî welat nefikirin.

Ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hevrêyê Elî, Qehreman Bekir got Elî di aliyê sebir û îqnakirinê de ramanên Rêber Abdullah Ocalan û damezrînerên Tevgera Azadiya Kurdistanê esas girtibû.

Qehreman Bekir anî ziman ku bi destpêka Şoreşa 19′ê Tîrmehê re an ku di salên 2011 û 2012′an de, Elî li bendên kontrolê yên ku şêniyan ava kiriibû, bi dildarî nobeta parastinê dikir. Bekir diyar kir ku Elî  yek ji damezrînerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê ye ku di sala 2013′an de hate avakirin.

Qehreman bal kişand ku sebira li cem Elî ya di aliyê nîqaş û îqnakirinê de bê sînor bû û bi bîr xist ku Elî gotina şehîd Kemal Pîr a dibêje "Were xwestin em ê 300 saetan bê navber bi kes re nîqaş bikin da ku wî bidin îqnakirin ku divê ji koletiyê xilas bibe." Esas girtibû.

Elî Ebdullah ku yek ji damezrînerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn e, li gorî îdeolojiya ku di salên 80′î de ji Tevgera Rizgariya Kurdistanê girtiye, şênî tev li xebatê dikir.

Lİ HEMBERÎ NEXWEŞİYÊ Lİ BER XWE DA

Elî Ebdullah di 2020′an de bi nexweşiya sîroza kezebê ket ku dermanê wê nîne. Lê ruxmî nexweşiyê jî bi israr û moralekî bilind karê xwe berdewam dikir.

Der barê mijarê de Qehreman Bekir diyar kir ku Elî bi berxwedana xwe ya li hember nexweşiyê û mayîna li kar, ji hevalên xwe re bibû mînak.

Qehreman Bekir diyar kir ku wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Helebê dê têkoşîn û rêça hevrêyê xwe Elî bi serbilindî dewam bikin û destkeftiyên gelê xwe biparêzin.

Elî Ebdullah di 18′ê Cotmehê de ji ber nexweşiyê şehîd bû.

WESIYETA DAWÎ YA ŞEHÎD ELÎ EBDULLAH

Malbata şehîd Elî Ebdullah bal kişand ser wesiyeta şehîd Elî û got, wesiyeta wî ew bû ku nameyek ji Tevgera Rizgariya Kurdistanê re bişîne. Di peyamê de hêvî kir ku erkên ku diketin ser milê wî bi cih anîbe. Li gorî malbatê wesiyeta din; di merasîmê oxirkirina wî de wêneyê wî û yê Rêber Abdullah Ocalan li pêşiya karwanê oxirkirinê werin danîn.

(fr)

ANHA