Li dijî navenda polîsan a Çemçemalê êrişa çekdarî

Li bajarokê Çemçemal çekdaran êrişî navenda polîsan kir û encamê de 3 kes birîndar bûn.

Li dijî navenda polîsan a Çemçemalê êrişa çekdarî
29 cotmeh, 2023   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Di danê êvarê de li bajarokê Çemçemal hinek çekdaran êrişî polîsên têkoşîna li dijî sûcan ên bajarokê kirin û encamê de 3 kes birîndar bûn.

Berdevkê Tenduristiyê yê Çemçemalê Şerîf Rehîm der barê bûyerê de ragihand ku di danê êvarê de 3 birîndar anîn nexweşxaneya Çemçemalê ku birîna her sêyan jî sivik bû.

Lê heta niha Rêveberiya Giştî ya Polîsên Silêmaniyê der barê bûyerê de ti daxuyaniyek parve nekiriye û sedema êrişê jî hîna nediyar e.