′Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne qanûnî ye′

Parêzeran diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin biryareke siyasî ye û li dijî tevahî qanûnên nanveteweyî ye.

′Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ne qanûnî ye′
30 cotmeh, 2023   02:38
REQA
ENES MIHEMED

Têkildarî tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, endamê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Hesen El Mele anî ziman ku hemû kirinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan têne meşandin ne qanûnî ne û got: "Di salên 90′î yên sedsala borî de komployeke li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat pêkanîn. Di komployê de Rêber Abdullah Ocalan hat revandin û bi şêwazekî derqanûnî ji aliyê desthilata Tirk a dagirker ve hat girtin. Tevahî kirinên ku ji dema revandina wî heta tecrîdkirinê li dijî wî têne kirin, ne qanûnî ne."

Parêzer Hesen El Mele anî ziman ku qedexeya hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan bi parêzer û malbatên xwe re jî li dijî qanûn û pergalên navneteweyî ne û wiha domand:  "Rêber Abdullah Ocalan ronakbîrekî siyasî ye. Di tevahî pergalên navneteweyî de mûameleyeke taybet  ji bo girtiyên siyasî hene. Her wiha mafên wan hene ku peywendiyan bi parêzer û malbatên xwe re pêk bikin. Lê Tirkiye Rêber Abdullah Ocalan ji vî mafî mehrûm dike."

Hesen Mele bang li parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir "Em parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê belgeyên û rastiyan pêşkêş bikin. Divê em bala hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bikişînin ser binpêkirinên ku li Îmraliyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan têne kirin."

Endamê Yekitiya Parêzeran a bajarê Reqayê Ebdullah El Eryan jî diyar kir ku mûameleya baş, cihekî baş ê tendurist, her wiha têkildayîna bi parêzeran re mafê her girtiyekî ye. El Eryan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo Rêber Abdullah Ocalan pêwîstiyên jiyanê yên herî biçûk peyda neke û hevdîtinan qedexe dike.

Parêzer Ebdullah El Eryan îşaret pê kir ku li gorî qanûn û pergalên navneteweyî mafê girtiyan hene ku bi kêmanî mehê carekê parêzer û malbatên xwe bibîne û got, ′′Lê Tirkiye tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne. Tecîrd jî li dijî qanûn û mafên mirovan e."

El Eryan got, li gorî qanûnên navneteweyî û qanûnên ku dewleta Tirk bi xwe jî îmze kirine, her dewleteke ku bixwaze kesekî tecrîd bike, divê sedemên tecrîdê zelal bike û demekê diyar bi. Her wiha anî ziman ku Erdogan van qanûnan bin pê dike.

Ebdullah El Eryan destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan biryarekî siyasî ya ferdî ye û tu têkiliyên wê bi qanûnan re tune ye.

(bb)

ANHA