Hesen Şero: Şaneyên komên çete yên hikumetê dixwazin li Cizîrê tevliheviyê derxin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê Hesen Şero destnîşan kir ku komên çete yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi awayeke eşkere peymana agirbestê bin pê dikin û şaneyên girêdayî wan jî dixwazin li kantonê tevlîheviyê çêbikin.

Hesen Şero: Şaneyên komên çete yên hikumetê dixwazin li Cizîrê tevliheviyê derxin
19 ÇILE, 2026   16:41
QAMIŞLO

Di demekê de di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) agirbest hatiye ragihandin, komên çete yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê li bajarê Reqayê û Şedadê ku girtîgeha çeteyên DAIŞ`ê li wir e, êrişan didomîne.

Der barê mijarê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hesen Şero ji me re axivî.

Hesen Şero diyar kir ku agirbest bi awayeke eşkere ji aliyê komên çete yên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve tê binpêkirin, bi taybet niha êriş li Şedadê hene.

Hesen Şero da zanîn ku gelek şaneyên girêdayî komên çete yên hikumeta demkî dixwazin li Kantona Cizîrê tevliheviyê derxin.

(sb/fr)

ANHA