Hesen Koçer: Yekitiya Kurdan û misogerkirina mafan di destûrê de armancên pêşîn in

Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer girîngiya yekitiya siyasî û leşkerî ya Kurdan, mîsogerkirina mafên neteweyî di destûra Sûriyeyê de û domandina têkoşîna demokratîk vegot.

26 sibat, 2026   14:38
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi armanca şîrovekirina rewşa siyasî, civîneke gel li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê li dar xist.

Di civînê de şêwirmendê Rêveberiya Xweser Hesen Koçer rewşa siyasî nirxand û got: "Rojeva heyî Îran û Iraq in, hewldan hene ku komkujî li ser gelê Kurd ê Rojava werin kirin, Başûrê Kurdistanê jî di xetereyê de ye, hin hêz hene amade ne her tiştî bikin da ku Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe vesaz bikin."

Hesen Koçer anî ziman ku gelek êriş li ser projeya demokratîk hene û pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin xwedî bandoreke mezin e û got “ne ji vê pêvajoyê bûya li Rojava kevir li ser kevirekî nedima”.

Koçer di dewama axaftina xwe de bal kişand ser peymana di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de û îşaret pê kir ku nayê zanîn gelo dê peyman bidome yan na, ji ber ku hin alî hewl didin peymanê xirab bikin.

Koçer da zanîn ku bûyerên dawîn hestên kurdîtiyê li her çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê û her deverê hişyar kirin û hişt ku rihê kurdîtiyê bibe yek, lê yekitiya siyasî hîna çênebûye. Koçer destnîşan kir ku partiyên Kurdan ên ji bo gelê Kurd nebûne yek û got yekitiya siyasî û civakî ya gelê Kurd ji nan û avê girîngtir e û pêvajoya heyî jî lidarxistina kongreyeke neteweyî hewce dike da ku bernameyek were danîn ku mafên gelê Kurd mîsoger bike û gel ji qirkirinê biparêze.

Koçer îşaret bi vê yekê kir ku girîng e hêzên siyasî û leşkerî yên Kurdan vê derfetê ji dest nedin û bibin yek. Her wiha got, tevî êrişên mezin û jidestdayîna hin herêman ew amade ne rexneya xwe bidin û diyar kir ku ew dest ji gel û doza wê bernadin û dê têkoşînê bidomînin û nekevin xefika şerê taybet.

Hesen Koçer êrişên li ser herêmê bi hedefgirtina projeya demokratîk bi nav kirin û got: "Ya niha tê xwestin li pey nîjadperestiyê nekevin, ji ber ku dijminên ferd û civakê. Tê xwestin ku gel ne bi dijbertiya neteweyên din gel were parastin.”

Hesen Koçer bal kişand ser êrişên li ser Hesekê û Qamişloyê û got hewldan hebûn derbasî Hesekê bibin, lê bi saya berxwedana gelê Rojava hewldan têk çûn û aliyên din neçar man lihevkirinan çêkin. Her wiha da zanîn ku ew dixwazin lihevkirin bidomîne, taybetmendiyên çandî, perwerde û nasnameya Kurdan werin parastin, Kurd beşdarî hikumetê bibin û mafên gelê Kurd di destûra Sûriyeyê de werin nivîsandin.

Koçer got ji ber ku mafên Kurdan di destûran de nedihatin tesbîtkirin şoreşên berê têk çûn û got, destpêkê entegrasyona ewlehî û leşkerî bi fermî di dewleta Sûriyeyê de, tevî avakirina 3 tûgayên QSD’ê hat pêşkêşkirin, hatibû pêşniyarkirin ku cîgirê wezîrê parastinê ji hêzên leşkerî yên Kurd anku fermandarê hêzên rojhilat be.

DOSYAYA DÎLGIRTIYAN

Hesen Koçer bal kişand ser dosyaya dîlgirtî û şehîdan û girîngiya pevguhertinê û diyar kir ku bicihanîna hin bendan girêdayî radestkirina dîlgirtî û şehîdan û ji hin şertên bingehîn ew e ku zimanê kurdî bibe zimanê duyemîn li Sûriyeyê û li dibistanan were dayîn.

Koçer li ser rewşa herêmên dagirkirî wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û got, nîqaş li ser van mijaran çêbûn, ji bo vegera ewle ya koçberên van herêman komîte hatin avakirin û 400 malbatên efrînî ji bo vegerê hatine amadekirin, ji bo vegera koçberên Serêkaniyê û Girê Spî jî xebat tê meşandin. Koçer got Serêkaniyê dê di aliyê îdarî de girêdayî Hesekê be û berdewama peymanê dê bihêle ku koçber vegerin warê xwe.

Di civînê de pirs ji aliyê beşdaran ve hatin kirin û bersiva wan hatin dayîn. Behsa çûna hin partiyên Kurdan bêyî şandeya hevbeş bo Şamê hat kirin û wek şaşiyeke siyasî li dijî yekitiya Kurdan hat binavkirin.

Der barê pirsa çarenûsa dîlgirtiyan de jî hate gotin, heya ku ev dosya neyê çareserkirin dê gavên din ên peymanê nayên avêtin.

Beşdaran di dawiyê de girîngiya yekkirina gelê Kurd vegot û xwest partiyên Kurdan berjewendiyên xwe bidin aliyekî û berjewendiyên gelê Kurd di ser her tiştî re bigirin.

(bb)

ANHA