Ji bo daxwaza perwerdeya zimanê kurdî çalakî didom in

Kongra Îslama Demokratîk da zanîn ku divê mafê Kurdan ê perwerdeya bi zimanê dayîkê pêk bê, ziman, çand û kevneşopiya wan bê parastin, li aliyeke din xwendekar û malbatên xwe yên li bajarokê Abirê jî dayîna tenê 3 dersên zimanê kurdî di hefteyekê de şermezar kir.

Ji bo daxwaza perwerdeya zimanê kurdî çalakî didom in
Ji bo daxwaza perwerdeya zimanê kurdî çalakî didom in
Ji bo daxwaza perwerdeya zimanê kurdî çalakî didom in
Ji bo daxwaza perwerdeya zimanê kurdî çalakî didom in
Ji bo daxwaza perwerdeya zimanê kurdî çalakî didom in
Ji bo daxwaza perwerdeya zimanê kurdî çalakî didom in
Ji bo daxwaza perwerdeya zimanê kurdî çalakî didom in
Ji bo daxwaza perwerdeya zimanê kurdî çalakî didom in
Ji bo daxwaza perwerdeya zimanê kurdî çalakî didom in
14 îlon, 2026   14:54
QAMIŞLO

Helwest û çalakiyên li dijî biryara dayîna tenê 3 dersên zimanê kurdî di hefteyekê de didomin.

Der barê mijarê de Kongra Îslama Demokratîk, bi amadebûna endamên kongreyê li avahiya kongreyê ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da, daxuyanî ji hêla Mele Silêman Ehmed Elî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Kongra Îslama Demokratîk piştgiriya mafê gelê Kurd ê perwerdeya bi zimanê kurdî nîşan dan, da zanîn ku divê ziman, çand û kevneşopiya Kurdan bê parastin, bi vê gave re wê hevjiyan, biratî û jiyana hevbeş a di nava hemû pêkhateyên Sûriyeyê de geş bibe û wiha hat gotin: “Ziman ne tenê gotin in mew bîr, nasname û pira ku pê mirov dighêje dabîr û zarokên xwe, ê ku zimanê miletekî diparêze, beşek ji mirovahiya vî welatî diparêze.”

Li bajarokê Abirê yê herêma Aliyan a gundewarên bakurê Çilaxa li herêma Cizîrê xwendekarên Kurd û malbatên wan li qada dibistanan bajarokê ya amadehî ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî çalakiyek li dar xist.

Xwendekara bi navê Heyfa Ehmed daxuyaniyek xwendin, di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku perwerdeya bi zimanê kurdî, mafeke zimanî ye gelê Kurd bi salan e jê mehrûm mane, perwerdeya bi zimanê dayîkê mafeke cîhanî ye, têkildarî wê di peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) de xal hene.

Di daxuyaniyeê de xwendekar û malbatên xwe ji Rêveberiya Dibistanan a Çilaxa xwest ku bangên wan ên rakirina biryarê ji holê bighînin Wezareta Perwerdeyê.

(sb)

ANHA

Qamişlo

Çilaxa