TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê dayikê kir

TEV-ÇAND û Tevgera Hîlala Zêrîn ên Dirbêsiyê biryara Wezareta Perwerdeyê ya ji bo zimanê kurdî red kir û daxwaza dabînkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê kir.

TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê dayikê kir
TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê dayikê kir
TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê dayikê kir
TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn daxwaza mafê perwerdeya bi zimanê dayikê kir
14 îlon, 2026   15:42
HESEKÊ

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) û Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîna ên Dirbêsiyê têkildarî biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyeyê ya girêdayî dayîna tenê 3 dersan ji bo zimanê kurdî di hefteyekê de, li pêşiya navenda TEV-ÇAND’ê ya li bajêr, bi amadebûna endamên her du tevgeran daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn Noşîn Sîno ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji hemû berpirsyar, mamoste, akademîsyen, nivîskar, hunermend û hemû welatiyên Kurd ên li Rojava hat kirin ku berpirsyariya parastina zimanê kurdî rakin ser milê xwe.

Hat diyarkirin ku divê dersên bi zimanê kurdî neyên kêmkirin, berovajî wê divê perwerdeya kurdî bê pêşxistin, ji bo wê mamoste û pêdivî werin dabînkirin, nimûneya perwerdeya bi 2 zimanan û geşkirina wê bê parastin.

(sb)

ANHA