Xwepêşandanên li dijî zêdekirina buhayên sotemeniyê dewam dikin

Li Hesekê, Qamişlo, Dêrazor, Reqa, Heleb û Idlibê xwepêşandanên li dijî bilindkirina buhayê sotemeniyê di roja duyemîn de dewam dikin.

Xwepêşandanên li dijî zêdekirina buhayên sotemeniyê dewam dikin
Xwepêşandanên li dijî zêdekirina buhayên sotemeniyê dewam dikin
Xwepêşandanên li dijî zêdekirina buhayên sotemeniyê dewam dikin
Xwepêşandanên li dijî zêdekirina buhayên sotemeniyê dewam dikin
Xwepêşandanên li dijî zêdekirina buhayên sotemeniyê dewam dikin
Xwepêşandanên li dijî zêdekirina buhayên sotemeniyê dewam dikin
Xwepêşandanên li dijî zêdekirina buhayên sotemeniyê dewam dikin
Xwepêşandanên li dijî zêdekirina buhayên sotemeniyê dewam dikin
Xwepêşandanên li dijî zêdekirina buhayên sotemeniyê dewam dikin
14 îlon, 2026   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li deverên cûda yên Sûriyeyê xwepêşandanên li dijî zêdekirina buhayên sotemeniyê di roja duyemîn de dewam dikin.

Li Şedadê, Til Birak û Til Temirê xwepêşandêran rê qut kirin, taker şewitandin û rêya M4 jî girt. Di encamê de bi sedan tankerên petrolê sekinîn.

Li Helebê jî xwepêşandêran deriyê Bab El Selama yê bi Tirkiyeyê re li pêşiya barhilgirên kel û pelan girtin. Li Reqayê jî rêya diçe depoyê genim hat girtin.

Xwepêşandanên xelkê Idlibê jî dewam dikin. Li bajarokên Şihêl, gundewarê Bû Kemal, zeviyê petrolê yê El Umer ên Dêrazorê jî rê hatin qutkirin û agir bi tekeran hat xistin.

Li bajarê Qamişloyê bi dehan kes ku li sûka navendî hatin gel hev, pankartên bi daxwaza çareserkirina pirsgirêkên sotemenî û ceyranê vekirin.

Xwepêşandêran banga edaleta veguhêz û başkirina rewşa jiyanî kir û kêmkirina bihayê sotemeniyê kirin.

Duh li dijî bilindkirina buhayê sotemeniyê, li Hesekê, Dêrazor, Reqa, Idlib, Heleb, Hema û Derayê xwepêşandan dest pê kirin.

(bb)