‘Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e’

Xwendekar, şênî û saziyên li bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kir, her wiha hişyarî dan ku veguherandina ji nişka ve ya perwerdeyê dê bandoreke neyînî li xwendekaran bike.

‘Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e’
‘Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e’
‘Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e’
‘Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e’
15 îlon, 2026   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Nerazîbûnên li dijî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz ya veqetandina tenê 3 dersan ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî, li bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê berdewam dikin.

Xwendekarên bajarokê Abrê yê Çilaxayê li gel malbatên xwe li hewşa dibistanê xwepêşandanek li dar xist û diyar kir ku heta ku biryar neyê betalkirin ew naçin dibistanan.

Xwendekara bi navê Heyfa Ehmed ku 7 sal e bi zimanê kurdî dixwîne, got: "Mafê me yê fêrbûna bi zimanê dayikê, zimanê kurdî, mafekî bingehîn e ku em ê tu carî dev jê bernedin."

Xwendekara bi navê Arîn Mîrkan diyar kir ku ew ê daxwaza mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê kurdî berdewam bikin û heta ku ew neyê bidestxistin, dev jê bernadin.

Xwendekara bi navê Şîlan Seyfeddîn bang li hikumeta veguhêz û Wezareta Perwerdeyê kir ku daxwazên xwendekaran cidî bigirin û biryarê paşve bikişînin.

Li gundewarên Girkê Legê jî, şênî û xwendekarên gundê Girê Pirê biryara Wezareta Perwerdeyê red kirin.

Şêniya bi navê Sanaa Mihemed, dayika 2 zarokên ku diçin dibistanê, got zarokên wê bi xwendina bi zimanê kurdî hatine perwerdekirin û destnîşan kir ku guhertina ji nişka ve ya ji bo zimanê erebî dê ji bo xwendekaran dijwar be.

Xwendekara bi navê Zeyneb Iniz, xwendekara pola dehemîn, diyar kir ku biryara veqetandina tenê 3 dersan heftane ji bo hînkirina kurdî dê ji bo xwendekaran pir dijwar be.

Xwendekara bi navê Noşîn Mihemed, xwendekara pola heştemîn got ku ew 8 sal e bi zimanê kurdî dixwîne.

Wê diyar kir ku zimanê kurdî beşek ji hebûn û nasnameya wê ye û bang li Wezareta Perwerdeyê ya di hikumeta veguhêz kir ku biryarê ji nû ve binirxîne.

Xwendekara bi navê Arîn Xelef, xwendekara pola şeşemîn got wê di pola yekem de dest bi xwendina bi zimanê kurdî kiriye. Arînê destnîşan kir ku xwendekarên ku bi salan e bi zimanê kurdî dixwînin, pêdivî ye ku xwendina xwe bi kurdî bidomînin.

Tevgera Çand û Hunerê ya Hesekê jî der barê mijarê daxuyaniyek weşand. Daxuyaî ji hêla endamên tevgerê Alva Ebdulefûr û Fayiz Husên ve li navenda tevgerê li taxa El Salihiye hate xwendin. Gelek xwendekar, mamoste, çalakvan û hunermend beşdarî çalakiyê bûn.

Tevgerê di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî bingehîn ê hemû gelan e û daxwaza sererastkirina biryara Wezarete Perwerdeyê kir.

Daxuyaniyê her wiha diyar kir ku ziman beşek girîng ê nasnameya gel e û daxwaza sererastkirina biryarê û garantîkirina mafê hemû civakan ji bo perwerdeya bi zimanên xwe yên dayikê kir.

(k)

ANHA

Girkê legê

Heseke

Çilaxa