Di êrişên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin

Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Di êrişên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin
15 îlon, 2026   18:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên bijîşkî, di êrişên îro yên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin.

Çavkaniyan dane zanîn ku di du êrişên hewayî yên li pevy hev ên li ser taxa Ridwan de 2 kes hatin kuştin.

Çavkaniyek din diyar kir ku kesê bi navê Salih Remedan El Debûr (65) di êrişa Îsraîlê ya li ser kampeke koçberan a li rojhilatê Cibalyayê de jiyana xwe ji dest.

Çavkaniyekî bijîşkî ji nexweşxaneya Şîfayê ragihand ku hêzên Îsraîlê li herêma Şêx Eclîn a başûrê rojavayê Xezayê komeke sivîl kir hedef, di encamê de kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Şahidan dane zanîn ku hêzên Îsraîlê bi obîsan herêmên bakurê rojhilatê Xezayê û rojhilatê kampa Cibalyayê û derdora kampa Birêj a bakurê rojhilatê bajêr bi çekên giran topbaran kirin.

(bb)