Mazlûm Ebdî malbata şehîd Haşim Dêrik ziyaret kir

Fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî serdana malbata Haşim Dêrik ê Çileyê îsal di bersivdayîna êrişên li ser Rojava de şehîd bûbû.

Mazlûm Ebdî malbata şehîd Haşim Dêrik ziyaret kir
Mazlûm Ebdî malbata şehîd Haşim Dêrik ziyaret kir
Mazlûm Ebdî malbata şehîd Haşim Dêrik ziyaret kir
Mazlûm Ebdî malbata şehîd Haşim Dêrik ziyaret kir
26 sibat, 2026   14:55
QAMIŞLO

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, li gundê Gir Ziyaretê yê Dêrikê serdana malbata endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hîşam Dêrik (Remedan Mihemed) kir.

Haşim Dêrik ku bavê 3 zarokan e, ji malbateke welatparêz e ku xwedî dîrokeke dirêj a têkoşînê ye. Di sala 1988’an ji bo parastina doza gelê xwe tev li refên têkoşînê bû. Di hemû pêvajoyên berxwedanê de amade bû.

Haşim Dêrik 26’ê Çileya îsal di bersivdayîna êrişên li gundê Sefa yê bajarê Çilaxayê de şehîd bû.

(bb)

ANHA