Rojnameger Mehtap Orak: Keleha xelasiya Tirkiyeyê guherînên destûrî ne

Rojnameger Mehtap Orak pêvajoya ku li Tirkiyeyê dest pê kiriye nirxand û got “Eger dewlet xwe demokratîk neke û vîna civakê esas negire, dê hilweşe. Êdî divê dewlet vê bibîne û demildest bikeve tevgerê. Keleha xelasiyê guherînên destûrî ne.”

Rojnameger Mehtap Orak: Keleha xelasiya Tirkiyeyê guherînên destûrî ne
26 gulan, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Salek û nîv di ser banga Rêber Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” re derbas bû, salek li ser biryara çekdanînê ya Partiya Karkerên Kurdistanê re derbas bû. Heta niha di aliyê zagonî de dewleta Tirk gav neavêtine. Pêvajoyê di rojeva Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê de cihekî girîng girtiye. 

Der barê mijarê de rojnameger Mehtap Orak ji ajansa me re axivî.

Mehtap Orak bal kişand ser gavên ku Tevgera Azadiyê di nava salekê de avêtine û wiha got: “Biryara fesha PKK’ê jî bû belgeya herî bihêz a îdia û dilrastiya di têkoşîna azadiyê de. Vê biryarê bi awayekî herî zelal derxist holê ku têkoşîna çekdarî teqez hatiye bidawîkirin û dê ji niha û pê de tenê bi siyaseta demokratîk bê meşandin. Pêvajoya ku bi banga Bahçelî dest pê kir, divê tenê danexin asta wê daxuyaniyê. Rêber Apo, di her biryara hesas (krîtîk-çarenûsî) de, pêvajoyeke dirêj a lêhûrbûn û amadekariya zemîna wê dijî û derbas dike. Em dikarin bêjin vê bangê jî derî ji van lêhûrbûnan re vekir, dibetiya zemînek rast pêşkêş kir. Her çendî li beranberî hev gav hatibin avêtin jî, dewleta Tirk gavek şênber û cidî di ber gavên Rêber Apo avêtine de, neavêtiye.”

Mehtap Orak diyar kir ku beriya salekî ev pir hat pirsîn, çima Bahçelî? û wiha domand: “Ev gav çima ji aliyê partiya desthilat ve na, ji aliyê Bahçelî ve hat avêtin? Bahçelî kesek e ku weke mêjiyê dewletê tê pejirandin. Xuya ye ku gavavêtina vî mêjî, ji gavavêtina partiya desthilat bi watetir e. Mêjiyê dewletê mêjiyek çawa bû? Mêjiyek e ku bi salane di înkar û tunekirina Kurdan de bi israr bû. Di vê demê de daxuyaniyê vî mejiyî, pêşketinek mezin bû. Bandorek wisa çêkir ku nabe bê bersiv bimîne. Li kêleka gava ku Bahçelî avêtibû, pêvajoya hatibû destpêkirin ew qas girîng bû ku bê guman dê bi wî re sînordar nemabûya. Ji bo ev gav berdewam bike û pêvajo bigihêje çareseriyê, her kes hemfikir bû ku ev bi beşdariya desthilatê, muxalefetê, derdorên demokratîk û civakê gengaz e. Bi vê re jî hîna gavên pêwîst nayên avêtin. Stratejiya desthilatê ya dibêje em ê rêyeke hêmin û bihesab bişopînin, pêvajo bi awayekî pratîk ber bi xitimînê ve bir.

‘HEKE PÊVAJO LI SER BINGEHEKE ZAGONÎ BI ENCAM NEBE ALOZIYEKE GIRAN LI BENDA TIRKIYEYÊ YE’

Divê gavên çawa bihatina avêtin, stratejiyên çawa pêk bihatina, ev salek bû bi taybet DEM Partiyê ev sernav bi dirêjî vedigotin. Lê ne meclisê ne jî muxatabên esasî tiştên pêwîst neanîn cih. Komîsyona meclisê ya hatî avakirin bû yekem gava mijûlkirinê, gavên herî hesas ên zagonî û hiqûqî jî nehatin avêtin. Rêber Apo di mercên tecrîdê de ev gav avêt. Bi domdarî banga “Bidawîkirina têkoşîna çekdarî tenê dikare bi mîsogeriya zagonî û destûrî mayînde bibe” kir. Bangên “Gotin têrê nake, şert e ku gavên şênber bên avêtin” her tim bê beranber man. Daxuyaniya Tevgera Apoyî jî binê vê xêz dike. Eger ev pêvajoya ku salek e didome li ser zemîneke zagonî bi encam nebe, rewşeke aloz û pevçûnê ji ya berê pir girantir li benda Tirkiyeyê ye. Dîrokê bi caran nîşan daye ku eger sozên hatine dayîn pêk neyên çi dibe.”

‘GOTINA ‘YEKITIYA SÛRIYEYÊ’ BÛ KIRASÊ ÎMHAKIRINA KURDAN’

Mehtap Orak êrişên çekdarên dewleta Tirk û hikumeta demkî ya Sûriyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û girêdana wê bi pêvajoyê re wiha nirxand: “Tam di dema vê xetimînê de, li Sûriyeyê êrişa HTŞ’ê ya li dijî Rojava (Şêxmeqsûd û Eşrefiyê) pêk hat. Daxuyaniya “Wezareta Parastinê ya Tirk” nîşan da ku pêvajoya xitimî dişimite qada leşkerî. Gotina “yekitiya Sûriyeyê” dîsa bû kirasê îmhakirina Kurdan. Vê tabloyê bi awayekî zelal derxist holê ku hîna di dewleta Tirk de vîn û veguherîneke hişmendiyê pêk nehatiye. Her çendî dewleta Tirk nêzîkatiya xwe ya şaş di pirsgirêka Kurd de ferq kiribe jî, di mijara guherîna hişmendiyê de hîna pir lawaz e. Hîna hezm nekiriye ku dê ev guherîn tenê bi gavên destûrî gengaz bibe. Bi israr e ku guherîna manîfestoyê ya Rêber Apo tenê di qada çekdanînê de teng bihêle. Destûrên înkarî yên li Rojhilata Navîn bûn sedema berdêlên giran. Bi destwerdana hêzên hegemon re pêvajoya ji Filistînê dirêjî Îranê dibe, gefê li welatên cîran jî dixwe. Tirkiye neçar e ziman û nasnameya komara ku li ser înkarê hatiye avakirin biguhere. Korbûnek wisa ya siyasî li dijî ku nabîne dê komara pirzimanî, pir nasnameyî û demokratîk dê ruhek nû bide. Diyarde û islûbê beriya sedsalî derbas nake. Siyaset û rêbazên leşkerî yên berê nikare Tirkiyeyê ji vê bahozê rizgar bike. Sed sal e dewleta ku bi heman paradîgmayê dimeşe, di her pêvajoyê de derbeyên mezin xwarine. Em bi gavên ku Bahçelî avêtine dibînin ku êdî ketine ferqa vê. Em niha di pêvajoyek dîrokî ya weke şerên cîhanê yê 1 û 2’yemîn re derbas dibin. Pergala kapîtalîst bi pêşengiya hêzên hegemon ên cîhanî demê xwe yê dawî dijî. Ji bo wê jî alozî û krîzên nû pêwîst in ku hem di aliyê aborî hem jî di aliyê bîrdoziyê de çerxa xwe xurt bike.”

‘GUHERÎNA DESTÛRÊ KELEHA XELASIYA JI WÊRANIYÊ YE’

Mehtap Orak wiha lê zêde kir: “Rêya zêrîn a vê nûbûnê jî di Rojhilata Navîn re derbas dibe. Dema Ewropa piştî şerên cîhanê yên 1 û 2’yemîn xwe ji Rojhilata Navîn vekişand, ji bo lingek wê li herêmê bimîne, pirsên ku ev sed sal e neyên fêmkirin, bi cih kir. Mînaka vê ya herî baş; pirsgirêka Îsraîl-Filistînê û pirsgirêka Kurd a li 4 welatan daye çandin! Vê tu başî ji gel û dewletên herêmê re neanî, di heman demê de hêz daye hêzên hegemon û ew mezin kirine. Çareserkirina pirsgirêka sedsalî hem dê herêmê aram bike, hem jî dê şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn bi dawî bike. Bi kurtasî yan em ê bi guherîneke destûrî ji sed salên nû re xwe amade bikin, an jî dê berdêlên giran bidin. Ger mêjiyê dewletê nebe jî civak dikarin hebûna xwe bidomînin. Lê ger aramiya civakî nebe, ne gengaz e qala avahiya dewletê bikin. Eger dewlet xwe demokratîk neke û vîna civakê esas negire, dê hilweşe. Êdî divê dewlet vê bibîne û demildest bikeve tevgerê. Ji ber ku ne gengaz e bikare xwe ji şerekî ku li Rojhilata Navîn biqewime, rizgar bike. Eger Tirkiye difikire ku dê ji vî şerî sax derkeve, li ser vê bingehê taktîka mijûlkirinê pêk tîne, bila bizane ku şerê roja îro yê rizgariya neteweyî dê neşibe şerê beriya sed salan. Dê wêrankertir be û wêraniyên ku nekare xwe jê xelas bike, ava bike. Dê guherîna destûrê bibe keleha me ya herî bibandor ku em xwe ji hêzên hegemon û hevkarên wan biparêzin.”

(bî)

ANHA