Xwendekaran bang kir: Navendên ezmûnan veguhêzin Kobanê

Li bajarê Kobanê xwendekar û malbatên wan bi daxwaza veguhastina navnedên ezmûnan ji Sirînê ber bi hundirê bajarê Kobanê ve li pêşiya Avahiya Gerînendetiya Herêmê çalakî kir.

Xwendekaran bang kir: Navendên ezmûnan veguhêzin Kobanê
Xwendekaran bang kir: Navendên ezmûnan veguhêzin Kobanê
Xwendekaran bang kir: Navendên ezmûnan veguhêzin Kobanê
25 gulan, 2026   17:01
KOBANÊ

Xwendekar û malbatên wan li pêş Avahiya Gerînendetiya Herêmê bi daxwaza veguhastina navendên ezmûnan ji Sirînê ber bi hundirê bajarê Kobanê ve çalakî li dar xistin.

Xwendekaran di çalakiyê de pankartên bi daxwaza "li biryara belavkirina navendên ezmûnan vegerin" hildan û diyar kir ku çûna wan li Sirînê ji bo pêşkêşkirina ezmûnan li ser wan barekî mezin e. Ji ber ku di çûn û hatinê de zehmetî, lêçûnên wesayîtan û metirsiyên girêdayî rewşa ewlehî û dûrbûn hene.

Xwendekaran destnîşan kir ku veguhastina navendên ezmûnan bo hundirê bajarê Kobanê zehmetiyên wan sivik dike û atmosfêreke aramtir di heyama ezmûnan de peyda dike.

Ev xwepêşandan, hemwextî berdewama amadekariyên ezmûnên giştî li herêmê ligel daxwazên gel û xwendekaran ên hêsankirina gihîştina zarokên wan li navendên ezmûnan û misogeriya rêveçûna proseya ezmûnan bi awayekî guncaw, pêk tên.

Xwepêşandêran diyar kir ku heta bersivdana daxwazên wan û veguhastina navendên ezmûnan bo hundirê Kobanê çalakiyên wan dewam dikin.

(fr)

ANHA