Heşdî Şabî: Em çekên xwe radest nakin

Serokê Desteya Heşdî Şabiyê Ebdulezîz Mihemedawî ragihand ku ew ê çekên komên çekdar radestî dewletê nekin. Ev daxuyanî jî piştî êrişa duh a hevbeş a DYA û Erebistana Siûdî ya li dijî komên Heşdî Şabiyê ya li nava Iraqê hat dayîn.

Heşdî Şabî: Em çekên xwe radest nakin
30 tîrmeh, 2026   11:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Desteya Heşdî Şabiyê Ebdulezîz Mihemedawî (Ebo Fedek) têkildarî radestkirina çekên komên çekdar (Eniya Meqaweme) ya ji bo dewletê, ji çapemeniya Iraqê re axivî.

Mihemedawî li ser pirsa têkildarî radestkirina çekan got: “Wê kî çekan wergire? Kî cesaret dike ku çekan wergire?”

Di nava raya giştî ya Iraqê de ev gotinên Mihemedawî wekî ku ew ê çekên komên çekdar ên Heşda Şabiyê radestî dewletê nekin, hate nirxandin.

Ev daxuyanî piştî êrişa duh a hevbeş ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Erebistana Siûdî ya li dijî komên Heşdî Şabî hat kirin.

Hêjayî gotinê ye di encama êrişa duh a li ser Heşdî Şabî de 20 çekdar hatin kuştin û 32 çekdar jî birîndar bûbûn.