Îsraîlê gundewarên Quneytîrayê topbaran kirin

Hêzên artêşa Îsraîlê derdora Til El Ehmer a li rojhilatê Quneytîrayê topbaran kir.

Îsraîlê gundewarên Quneytîrayê topbaran kirin
30 tîrmeh, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih yên li parêzgeha Quneytîrayê diyar kir ku îro danê sibehê artêşa Îsralîlê derdora Til El Ehmer a li rojhilatê başûrê parêzgehê bi 3 mûşekan topbaran kir, di encamê de tu zirarên canî çênebûn.

Ev topbaran piştî çend rojan ji hedefgirtina hêzên Îsraîlê ji zeviyên çandiniyê yên derdora gundê Tirnice yê li bakurê Quneytîrayê bi 4 mûşekan, pêk hat.

(sb)