Hêrsa li hemberî bêrêziya li cenazeyan: Divê hesab bê pirsîn

Jinan berteka tund li hemberî bêrêziya çeteyan a li cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn nîşan da û got, divê hesab bê xwestin û jin li dijî van sûcan dengê xwe bikin yek.

Hêrsa li hemberî bêrêziya li cenazeyan: Divê hesab bê pirsîn
11 ÇILE, 2026   10:38
QAMIŞLO

Çeteyên hikumeta demkî  ya Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne perwerdekirin ku êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin, bêrêzî li cenazeyê endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Çeteyan ku bi xwe dîmenê rastiya xwe parve kirin, bêrêzî li cenazeyê şehîdekê dikin û bi gotina "Allahu Ekber" ji avahiyeke 3 qat diavêjin.

Der barê mijarê de dayika şehîd, rêvebereke saziya jinan û Seroka Desteya Jin a Kantona Cizîrê helwesta xwe bi ajansa me re parve kir.

Rêvebera Komeleya Şawîşka ya Jin Necla Temo destnîşan kir ku komên çete yên hikumeta demkî yên girêdayî dewleta Tirk dixwazin bi bêhurmetiya li hemberî cenazeyên jinan tirsekê di nava gel de ava bikin û îradeyan wan bişkînin,

Neclayê got: “Em li dijî van kiryaran e. Ev ne karekî exlaqî û ne jî mirovî ye. Divê em jin li hemberî van kiryaran dengê xwe bikin yek.”

Neclayê da zanîn ku êşa jinan yek e  û ev li gotinên xwe zêde kirin "Pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû dimînin jî yek in. Loma divê em bi çalakiyan sûcên ku li dijî jinan têne kirin dengê xwe bighînin saziyên Neteweyên Yekbûyî (NY), civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan."

Dayika şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Ednan Melek ê ku sala 2013`an de di berxwedana li hemberî Cebhet El Nusra şehîd bibû, Hêvî El Seyid diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku komên çeteyan nêzî cenazeyên şervanên jin dibin û wiha got: “Sûcên bi vî rengî dide xuyakirin ku çi qasî ji hêza jinan ditirsin. û hesaban ji hebûna wan re dikin. Di çeperên şer de her tirsa wan ji hebûna şervanên jin heye.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Hêvî got: “Dijminê me, dijminekî hovane ye, ne wijdan, ne ol, ne jî pîvan li cem wan tune ne.”

Hêvî El Seyid da zanîn ku ew ê heta dawiyê li ser xeta şehîdên xwe bimeşin û dirûşma “Berxwedan Jiyan e” weke pîvan di hemû rewşan de esas digirin.

Hêvî El Seyid di dawiyê de got, ew jinên Kurd ên têkoşer dê tu carî serî ji dijmin re netewînin.

Seroka Desteya Jin a Kantona Cizîrê Rohat Xelîl jî sûcê li dijî endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi tundî şermezar kir û da zanîn ku sazî û rêxistinên navneteweyî yên ku li hember kiryareke bi vî awayî de bêdeng dimînin, ew wan jî weke hevkarê van sûcan dibînin û wiha got: “Divê hesab ji kesên ku van sûcan dikin bê xwestin.”

Rohat Xelîl destnîşan kir ku êrişên komên çete yên girêdayî hikumeta demkî ya Sûriyeyê binpêkirina hemû zagonên mirovî û navneteweyî ne û wiha got: “Bandora herî neyînî di nava van êrişan de li jinan tê kirin, gef li wan tên xwarin, koçberî çêdibe, di aliyê civakî û aborî de jî jin berdêlan didin.”

Rohat Xelîl axaftina xwe dawî kir: “Em ê heta pêkanîna wekhevî û edaleta civakî têkoşînê bikin.”

(sb/b)

ANHA