Drona li avahiya parêzgeha Helebê xist a çeteyên hikûmetê bû

Malpereke nûçeyan a Ukraynî ragihand ku drona li avahiya parêzgeha Helebê xist, li Ukraynayê hatiye çêkirin û berê ji çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re hatibû dayîn da ku êrişî çeperên Rûsyayê bikin. 

Drona li avahiya parêzgeha Helebê xist a çeteyên hikûmetê bû
11 ÇILE, 2026   10:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Ukraine News ragihand ku drona ku li avahiya parêzgeha Helebê xist li Ukraynayê hatiye çêkirin.

Li gorî posteke li ser platforma "X", dron modela Lyutsky bû û berê ji çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re hatibû dayîn da ku êrişî çeperên leşkerî yên Rûsyayê yên li hundirê Sûriyeyê bikin.

Malperê zêde kir ku dron niha di "kampanyayeke propagandayê" li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk tê bikaranîn.

(k)