Hemwextî xwepêşandanan li Bakurê Kurdistanê 6 kes hatin destgîrkirin

Hêzên ewlehiyê yên dewleta Tirk li bajarên Amed û Mêrdîn ên Bakurê Kurdistanê bi ser malan de û 6 destgîr kir.

Hemwextî xwepêşandanan li Bakurê Kurdistanê 6 kes hatin destgîrkirin
8 mijdar, 2024   21:10
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) ragihand ku di serdegirtina malan de li bajarê Mêrdînê 5 kes û yek li Amedê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewleta Tirk ve hatine destgîrkirin.

ANF`ê da zanîn ku kesên hatine destgîrkirin birine Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê.

Li herêm û bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê, piştî desteserkirina şaredariyên bajarên Mêrdîn, Êlîh, Xelfetî û Asniyortê ya Stanbolê ji aliyê desthilata Tirk ve, xwepêşandan dest pê kir.

Hevşaredarên her 3 şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên ji kar hatine dûrxistin, endamên DEM partiyê ne û yê Asniyortê jî endamê CHP`ê ye.

(şx)