Civîna nû ya pêvajoya Astanayê hefteya bê li dar dikeve

Hemwextî geşedanên siyasî û leşkerî yên nû yên herêmê, Wezareta Karên Derva ya Kazaxistanê ragihand ku di rojên 11 û 12'ê Mijdarê de gereke nû ya civînên pêvajoya Astanayê dê dest pê bike.

Civîna nû ya pêvajoya Astanayê hefteya bê li dar dikeve
8 mijdar, 2024   20:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Rojnamegeriyê ya Wezareta Karên Derve ya Kazaxistanê bi daxuyaniyekê da zanîn ku di 11 û 12'ê Mijdarê de civîna navneteweyî ya 22'yemîn a têkildarî Sûriyeyê di çarçoveya pêvajoya Astanayê de, dê were lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di roja yekemîn û duyemîn de şêwirên dualî û sêalî di navbera şandiyan de dê werin lidarxistin û li gorî encaman civîneke giştî dê were diyarkirin.

Hemwextî wê, li Rojhilata Navîn geşedanên leşkerî û siyasî rû didin, nexasim li herêmên bêçek ên ku di Astanayê de hatibûn diyarkirin.

Berî vê gerê, 21 ger hatin lidarxistin, di encama wan de nexşeya Sûriyeyê li gorî berjewendiyên hersê aliyên beşdar ên Astanayê, hat guhartin.

Herî dawî di 24'ê Çileya îsal de û ya pêşîn di Çileya 2017'an de hatibû li Astanayê civîn hatibû lidarxistin.

(mh)