Şêniyên Dêrazorê: Bi saya Rêbertî em azad bûne

Şêniyên ji kantona Dêrazorê diyar kir ku bi saya paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan rêxistina wan ava bûye û diyar kir ku dê heya mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî li qadan bin.

Şêniyên Dêrazorê: Bi saya Rêbertî em azad bûne
9 mijdar, 2024   03:10
DÊRAZOR
FATIMA EL EBID

Şêniyên ji gundewarên rojhilatê kantona Dêrazorê pergala îşkence û qirkirinê ya dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got ji bo azadiya wî ya fîzîkî bal kişand ser têkoşîneke topyekûn.

Xelîl El Mihemed ê ji bajarokê Hewama diyar kir ku ew di wê baweriyê de ne ku ramanên azad ên Rêber Abdullah Ocalan dikarin şeran veguherînin aştiyê.

El Mihemed got: "Me bi çavê xwe dît çawa gelê herêma me bi pêkanîna paradîgmeya Rêber Abdullah azad bû, xwe bi rêxistin kir û saziyên xwe ava kirin."

El Mihemed pergala îşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah tê meşandin şermezar kir û wiha dom da axaftina xwe: "Dewleta Tirk ku dewleteke mêtînger û despotîzm e, pergala îşkenceyê didomîne da ku li ber belavbûna ramanên wê bigire. Lê armancên wê negihiştin serê. Îro bi hezaran mirov xwedî li xeta Rêbertî derketine û li ser wê dimeşin."

Narîman El Rebîh a ji bajarokê El Bû Xatir anî ziman ku ew ê heya bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin û got: "Em ê xwe di ramanên Rêbertî yê bang jiyana aştiyane û rêzdariya di navbera pêkhateyên herêmê de dike kûr bikin û di jiyana xwe de pêk bînin. Pêkanîna ramanên wî cûreyeke din a têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî ye."

Mihemed Ecac El Hemrî pesnê raman û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan da û got: "Rêbertî sembola têkoşîn, sebir, hêza rasteqîne ya li hemberî siyasetên sîstemên serdest e. Em ê heya mîsogerkirina azadiya wî ya fîzîkî li qadan bin."

(bb)

 ANHA