Hemû nexweşxaneyên bakurê Xezayê ji xizmetê derketin

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku hemû nexweşxaneyên li bakurê Xezayê ji xizmetê derketine.

Hemû nexweşxaneyên bakurê Xezayê ji xizmetê derketin
13 mijdar, 2023   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Yûsif Ebû Rîş ku ji rojnamevanan re axivî, da zanîn ku hemû nexweşxaneyên li parêzgeha Xezayê ji xizmetê derketine û got: “Ji ber qutbûna kehrebeyê li ser nexweşxaneya Şîfa ku mezintirîn navendên tenduristiyê li Xezayê ye û rojane rastî bombebarana Îsraîlê tê, 15 pitikan jiyana xwe ji dest da.”

Ebû Rîş ku tevî bi hezaran koçberan li heman nexweşxaneyê dimîne, duh êvarê destnîşan kiribû ku 5 pitik û 7 nexweşxan jiyana xwe ji dest daye.

(c)