Şêniyên navçeyên Mergede û Şedadê jî beşdarî çalakiyê bûn

Şêniyên navçeyên Mergede û Şedadê ku tev li çalakiya konvedanê ya li Hesekê bûn, diyar kirin ku tecrîd di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî hemû gelên azadîxwaz tê ferzkirin.

Şêniyên navçeyên Mergede û Şedadê jî beşdarî çalakiyê bûn
Şêniyên navçeyên Mergede û Şedadê jî beşdarî çalakiyê bûn
Şêniyên navçeyên Mergede û Şedadê jî beşdarî çalakiyê bûn
Şêniyên navçeyên Mergede û Şedadê jî beşdarî çalakiyê bûn
Şêniyên navçeyên Mergede û Şedadê jî beşdarî çalakiyê bûn
Şêniyên navçeyên Mergede û Şedadê jî beşdarî çalakiyê bûn
13 mijdar, 2023   15:18
HESEKÊ

Çalakiya konvedanê ya di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de li bajarê Hesekê tê lidarxistin, di roja 4`an de dewam dike.

îro bi sedan şêniyên navçeyên Mergede û Şedadê berê xwe da bin konê çalakiyan ku ji aliyê Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve li çarxerêya Sebax hatiye vedan.

Beşdarên çalakiyê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan bilind kirin û dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.

Endama Meclisa Navçeya Mergede Selwa Dekman di çalakiyê de axivî û got: “Ruxmî hemû kirinên dermirovî yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, têkoşîna wî ya li hember pergalên kapîtalîst ranewestiyaye û dê heta rizgarkirina gelên bindest bidome.”

Selwa anî ziman ku tecrîd tê wateya binpêkirina hemû qanûn û hevpeymanên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve.

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê navçeya Şedadê Fadil Ehmed jî axivî û got: “Tecrîd di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî hemû gelên azadîxwaza tê ferzkirin. Eger Rêbertî azad nebe, gel azad nabin.”

Tê payîn ku sibe şêniyên navçeynê Hol û Erîşe yên girêdayî kantona Hesekê tev li çalakiyê bibin.

(c)

ANHA