Nûçegihana Nûjînha`yê ya Xezayê birîndar bû

Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Jinê (Nûjînha) a Xezayê Nexem Kerace di encama êrişa Îsraîlê de birîndar bû. Nexem ji ber dorpêça nexweşxaneyan nayê dermankirin.

Nûçegihana Nûjînha`yê ya Xezayê birîndar bû
13 mijdar, 2023   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Nûjînha`yê, nûçegihana wan a Xezayê Nexem Kerace (25) di êrişa Îsraîlê ya li djiî mala wê ya li taxa Şûcaiyê ya Xezayê de ji lingê xwe ve birîndar bûye. Hat ragihandin ku di êrişê de 10 malên heman taxê hatine rûxandin.

Ajansê bal kişand ku ji ber gefxwarinan û dorpêçkirina nexweşxaneyan, nûçegihana wan nayê dermankirin.

Li gorî Yekîtiya Rojnamevanan a Navneteweyî, ji destpêka operasyona Hemasê ya li dijî Îsraîlê de (7 Cotmeh) 33 rojnamevan hatine kuştin, hejmareke din jî birîndar bûne.

(c)