Hemdan El Ebid ji bo parastina serdestiya xaka Sûriyeyê bang li Komkara Erebî kir

Hemdan El Ebid diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe hewl dide pirsgirêkên xwe yên siyasî derbasî herêmê bike. El Ebid bang li Komkara Erebî kir ku ji bo parastina serdestiya xaka Sûriyeyê bikeve nava tevgerê.

Hemdan El Ebid ji bo parastina serdestiya xaka Sûriyeyê bang li Komkara Erebî kir
1 mijdar, 2024   07:10
REQA
ENES MIHEMED

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid der barê êrişên 23-27ˈê Cotmehê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de axivî.

Hemdan El Ebid diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Sûriyeyê encamên feraseta qirkirin û dagirkeriyê ya AKPˈê û hevkarên wê ye.

El Ebid anî ziman ku dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze nakokiyên siyasî yên li Tirkiyeyê derbasî herêmê bike.

El Ebid êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê wek "binpêkirineke mezin a serdestiya xaka Sûriyeyê, ewlehiya wê ya neteweyî" nirxand û wiha domand "Ev êriş aloziya Sûriyeyê û êşên sûriyeyan zêdetir dikin. Di heman demê de hewldaneke ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ku tevahî pêkhate û beşên gelê Sûriyeyê li dora wê kom bûne.”

Hemdan El Ebid bêdengiya "dewletên garantorên agirbestê" li hemberî êrişên li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî rexne kir.

El Ebid îşaret pê kir ku Komkara Erebî berpirsa parastina serdestiya xaka Sûriyeyê ye û bang lê kir ku hemberî destwerdanên Tirkiyeyê yên di dosyaya Sûriyeyê de helwesteke xurt nîşan bidin û dagirkeriya wê ya li welat bi dawî bike. Her wiha bang kir ku ji bo avakirina Sûriyeke nenavnedî û destûreke ku ji aliyê tevahî sûriyeyiyan ve were qebûlkirin, serdestiya xaka Sûriyeyê biparêze.

Hemdan El Ebid helwesta hikumeta Şamê ya li hemberî êrişan jî rexne kir û wiha pê de çû: “Hikumet Şamê banga parastina yekitiya xaka Sûriyeyê dike, lê êrişên li ser Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşguh dike û dosyaya dagirkeriya Tirk û êrişên wê yên domdar ên li ser xaka Sûriyeyê naxe rojeveke navneteweyî."

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dawaiya axaftina xwe de bal kişand ser helwesta Rêveberiya Xweser û got: "Helwesta Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyê diyar e, ew jî diyalog e. Rêvebeiya Xweser amade ye bi hemû aliyan re û hikumeta Şamê re diyalogan bike. Civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şer naxwaze û aştîxwaz e.”

(bb)

ANHA