Karkeran kêliyên komkujiya Siwêdiyê vegotin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, dema karkerên stasyona Siwêdiyê xwarina xwe hazir dikir, êrişî wan kir û komkujiyeke hovane kir. Karkerên stasyonê behsa kêliyên komkujiyê kir.  

1 mijdar, 2024   05:10
QMIŞLO
EHMED SEMÎR-SILAVA EBDUREHMAN

23`yê Cotmehê bi şev balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker êrişî stasyona Siwêdiyê kir. Karkerên stasyonê wê demê navber biribû, hinek ji wan di xew de bûn û hinekan jî xwarin hazir dikir.

Balafiran bombe bi ser serê wan de barandin. Dema nûçegihanên me gihaştin wir, agir beşeke stasyonê wêran kiribû. Beşa din jî di encama bombebaranê de wêran bûbû. Lê dîsa jî karkeran karê xwe dikir.

Nobetdarê stasyonê Îbrahîm Xelîl El Nayif kêliyên wê rojê wiha vegotin: "Piştî bombebaranê, agir bi petrola li erdê rijiyaye ket û şewat derket.”

El Nayîf bi tesadufî ji mirinê difilite û wiha behsa bombebaranê kir: "Min navbera xewê biribû. Li benda nobeta şevê bûm."

El Nayif wiha domand: "Li odeyê bûm dema êrişê dest pê kir. Saet 02:30 bû. Dengek bilind hat û beşeke dîwarê hundir ket. Min xwe dabû wê. Wisa şok mam."

El Nayif û gelek nobetdarên din wê şevê birîndar ji nava êgir xilas kirin û alîkariya hevalên xwe yên kar kir, ruxmî ku birîndar bû.

Wêraniya bi stasyonê hatiye mezin e, lê El Nayîf û hevalên wî di berdewamkirina kar de bi biryar in.

(şx)

ANHA