Şêniyên Til Brakê: Heya azadiya Rêbertî em ê tê bikoşin

Şêniyên Til Birakê diyar kir ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ji bo hemû gelan kêfxweşî bû û got dê li hember pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin.

Şêniyên Til Brakê: Heya azadiya Rêbertî em ê tê bikoşin
1 mijdar, 2024   03:10
HESEKÊ
AMIR EL EZAWÎ

Rêber Abdullah Ocalan bi rêya Omer Ocalan ku di heman demê de parlamenterê DEM Partiyê ye, peyamek da. Di peyamê de diyar kir ku tecrîd berdewam e, heke şert bên avakirin, xwedî wê hêza teorîk û pratîk e ku pêvajoyê ji şer û tundiyê dûr bixe û bîne zemîna hiqûqî û siyasî.

Têkildarî mijarê şeniyên bajarê Til Berakê nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Ezra El Hisên diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan di peyama xwe de dibêje tecrîd didome û got: “Pergala îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê destahilata Tirk ve berdewam e. Lê bila bizanin tecrîd nikare vîna me ya têkoşînê tune bike. ji ber ramanên Rêber Apo niha li her derê belav bûne. Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin."

Ebdulbaqî El Elî jî wiha got: "Em soz didin ku têkoşînê mezin bikin. Piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin. Li hember planên dewleta Tirk xwe bi rêxistin bikin û hevgirtî bin."

El Elî bang li pêkhateyên herêmê kir ku ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bikin bingeh û heta azadiya wî li ser wê rêyê bimeşin.

Sîmav Etê jî bal kişand ser pergala îşkence û qirkirinê û wiha axivî: "Piştî 44 mehan, hevdîtin çêbû û me ji tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan agahî hilda. Bi saya têkoşîna gelê herêmê yê Kurd, Ereb û Suryan ev hevdîtin çêbû."

Sîmav bal kişand ser peyama Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: “Peyama ku Rêber Ocalan şandiye, peyama aştiyê ye.”

Di dawiya axaftina xwe da jî Sîmavê wiha got: “Gelê herêmê dê têkoşînê bidomîne, ta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin û neteweya demokratîk ava bikin."

(şx)

ANHA