Hemasê pêşniyara DYA’yê qebûl kir
Rayedarekî payebilind ê Hemasê diyar kir ku wan pêşniyara DYA’yê ya destpêkirina dan û standinên ji bo serbestberdana dîlgirtiyên Îsraîlê qebûl kir.
![Hemasê pêşniyara DYA’yê qebûl kir](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202407/image_870x_668995d92e151.jpg)
Rayedarekî payebilind ê tevgera Hemasê ji Reutersê re got wan pêşniyara DYA’yê ya têkildarî destpêkirina dan û standinên ji bo serbestberdana dîlgirtiyên Îsraîlê qebûl kiriye.
Rayedar ji Ruetersê re anî ziman ku Hemasê ji şertê yê "Heta ku Îsraîlê agirbestê pêk neyne dê peymanê îmze neke" berda . Her wiha diyar kir ku agirbest dê bi rêya dan û standinên qonaxa yekemîn ku dê 6 hefteyan dewam bike, pêk were.
Rayedarekî filistînî, ger Îsraîlê pêşniyarê qebûl bike dê şer jî bi dawî bike.
Rayedarî îsraîlî ku di koma dan û standinê de ye û nexwest navê xwe aşkera bike duh gotibû derfeteke rasteqîn heye lihevkirin pêk bê.
(fr)